Xelkê Şêladiz û Amêdiyê li dijî dagirkeriyê rabûn ser xwe 2024-07-10 14:33:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê Şêladiz û Amêdiyê li dijî dagirkeriya dewleta tirk rabûn ser xwe.    Li gorî nûçeya Rojnewsê, welatiyên ji Amêdiyê û Şêladizê yên ser bi Dihokê, li dijî dagirkeriya dewleta tirk rabûn ser xwe, welatiyan rêya sereke ya navbera Dêrelok û Amêdiyê de girtine.