Platforma Piştevaniyê ya Penaberan: Divê sûcên nefretê bê ceza nemînin 2024-07-10 15:44:52   ÎZMÎR - Platforma Piştevaniyê ya Penaberan a Îzmîrê ku têkildarî êrişên nijadperest ên li dijî penaberan daxuyanî da, destnîşan kir ku ji bo 4’emîn pêla lînckirinê ya mezin pêk neyê divê sûcên nefretê bê ceza nemînin.    Platfroma Piştevaniyê ya Penaberan a Îzmîrê têkildarî êrişên li dijî penaberan li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar xist. Li eywana ku daxuyanî lê hate dayîn pankarta “Li dijî nijadperestiyê em li kêleka penaberan e” hate daliqandin.    Endama Platforma Piştevaniyê ya Penaberan a Îzmîrê Beydag Tiraş Onerî ya daxuyanî xwend, êrişên di 30’ê hezîranê de li dijî penaberan pêk hatin bi bîr xist û destnîşan kir ku êrişên nijadperest hefteyekê berdewam kirin. Onerî da zanîn ku herî dawî di encama êrişa nijadperest a li navçeya Serîk a Antalyayê de zarokê sûriyeyî yê bi navê Ahmed Hamdan Al Naîf hate qetilkirin û anî ziman ku di encama êrişên lincê û tundiya komî de penaber neçar man ku ji malên xwe dernekevin.    ‘MIDÛRIYETA POLÎSAN ÊRIŞ SOR KIRIN’    Onerî, anî ziman ku hêzên ewlehiyê yên ji parastina penaberan berpirsyar, peywîra xwe pêk neanîn, ji bo ku êrişan bide rawestandin û pêşiyê li êrişên nû bigire tedbîr negirtine û wiha got: “Şeva ewil a êriş pêk hat, Midûrê Polîsan ê Kayseriyê yê hate taxê, hewl da koma êrişkar bi gotinên ‘mexdûr ne tirk e, sûriyeyî ye’ qaneh bike. Nasnameya mexdûrê derxist pêş û ev yek nayê qebûlkirin.”   HIŞYARIYA 4’EMÎN PÊLA LÎNCÊ    Onerî, bi bîr xist ku berpirsyarê êrişên li dijî penaberan desthilat û hevkarên wê û hin nûnerên mûxalefetê yên ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî nijadperestiyê dikin in û wiha berdewam kir: “Dema pêlên lîncê yên di salên 2014, 2016 û 2019’an de pêk hatibûn difikirin, fikara me ji 4’emîn pêla lîncê ya mezin heye û ji bo ku rayedar tedbîran bigirin hişyar dikin.”   ‘DIVÊ SÛCÊN NEFRETÊ BÊCEZA NEMÎNIN’    Onerî ya êrişên ku bûne sedemê sûcên nefretê şermezar kirin, ev tişt gotin: “Em dixwazin kesên tev li sûc û sûcan bûne li ber hiqûqê bên cezakirin. Divê mal, kargeh û wesayîtên di dema êrişan de zirara madî gihiştinê bên tazmînkirin. Divê cezayên nefretê bêceza nemînin, polîtîkaya necezakirinê ya rê li ber êrişên nû veke bi dawî bibe û di polîtîkaya koçberan de çareseriyên mirovî û mayînde bên pêşxistin. Em li dijî nijadperestiyê li cem penaberan e, em bi hev re têdikoşin.”