Begît di civîna meclisa Şaredariya Bajarê Mezin de hate şermezarkirin 2024-07-10 17:07:05 RIHA - Mehmet Begît ê piştî weke Hevşaredarê Bêrecûkê hate hilbijartin piştî demekî kurt ji DEM Partiyê îstîfa kir, di civîna ewil a Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê de hate şermezarkirin.    Mehmet Begît ê li navçeya Bêrecûk a Rihayê piştî ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) weke hevşaredar hate hilbijartin û di 29’ê nîsanê de îstîfa kir. Bertekên li dijî Mehmet Begît berdewam dikin. Endamên Meclisa DEM Partiyê, Begît ê tev li 3’yemîn rûniştina Civîna Asayî ya Meha Tîrmehê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bû şermezar kirin. Li ser navê endamên meclise yên Begît ê cara ewil tev li civîna meclisa şaredariya bajarê mezin bû şermezar kir, Hevberdevka Meclisa DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer wiha got: “Em herkesê silav dikin. Lê ew kesê ku îrade desteser kir, pişta xwe da îradeya gel û piştî ku ev yek kir hatiye vir silav nakin û şermezar dikin.”   Endamên Meclisa DEM Partiyê piştî ku demekî dirêj ji bo gotinên Ozerê li çepikan dan, çalakiya deng derxistinê kirin. Pişt re Hevberdevkê din ê Meclisa DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Vedat Denîz Aydin jî ev tişt gotin: “Tu îrade bi ser ya gel de nînin û em îftîrayên bêbingeh ên vî şexsî kirine qebûl nakin. Gelê Bîrecîkê dengê xwe nedaye vî şexsî daye DEM Partiyê. Propagandaya reş ku dike ji bo berjewendiyên wê yên şexsî ne. Ne rêxistina me ya DEM Partiyê ya Bîrecîkê ne jî endamên Meclisa me ya Bîrecîkê tu gotinên nebaş ji vî kesî re negotine. Daxuyaniyên vî şexsî ne rast in. Em bêbextiyên wî qebûl nakin. Cihê kesekî ku îradeya gel temsîl nake di Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê de nîne. Ev şexs gelê Bîrecîkê temsîl nake. Gel vî şexsî qebûl nake. Em ê li her cihî û di her rûniştinê de vî şexsî teşhîr bikin.”