Zeynep Boga bi kulîlkan hat pêşwazîkirin 2024-07-10 22:51:19   ENQERE- Aktîvîsta TJA’yê Zeynep Boga ku îro hat tahliyekirin, li ber girtîgehê ji aliyê jinan û parlamenteran ve bi kulîlkan hat pêşwazîkirin.   Aktîvîsta TJA’yê Zeynep Boga ku girtî bû û îro hat haliyekirin, li ber girtîgeha jinan a Sîncanê ji aliyê parlamenterên DEM partiyê Ceylan Akça, Salîha Aydenîz û endama MYK’ê Ebru Gunay, hevserokê DEM partî yê Enqereyê Fatîn Kanat û jinan ve bi kulîkan hat pêşwazîkirin.   Zeynepê diyar kir ku hta ku tecrîd bidome wê zext û girtin jî bidomin û got ji bo bidawîkirina tecrîdê wê têkoşînê bidomînin.