Di nobeda li Stenbolê de banga 'deng derxîne' 2024-07-10 23:10:21   STENBOL -Çalakiya nobeda li dijî qeyûm ddidome. Di nobedê de hat gotin ku aştiya birûmet tê parastin û bang li gelan hat kirin ku dengê xwe bilind bikin.    Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê çalakiya nobedê ku dane destpêkirin, di roja 30'yemîn de li Qada Şîxhaneyê berdewam kir. Îro jî gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û pankartên li dijî qeyûm hatin vekirin û dirûşm hatin berzkirin.    Di çalakiyê de Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê Antîke Tarhan axivî. Tarhanê got: "Ev gel gelekî berxwedêr e. Em ê paş d egav nevaêjin."    Endama Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Arzû Firatê jî got ku ew aştiyê û rêza li vînê diparêzin û bang li gelan kir ku li dijî vê bêhiqûqîtiya li vîna gelê kurd hatiye kirin deng derxînin û got: "Em aştiyê û rêza li vînê diparêzin."