ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-11 09:00:08   * Ji çalakvanên "Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re" yê herî pîr Abdûlhafiz Çîftçî ku 83 salî ye, da zanîn ku ew dema govendê digerîne 14-15 salî ye. Çîftçî diyar kir ku ew ê heta mirinê jî ji bo azadiya gelê kurd têbikoşe.   * Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk anî ziman ku şêniyên gundê Bilexşê ku 15 rojan dorpêçkirî ma, bi travmaya salên 1990'î re rû bi rû hatiye hiştin.    * Hevserokê MED TÛHAD-FED'ê Kerem Canpolat, ji bo çareserkirina meseleya kurd û rakirina tecrîda Îmraliyê bar dikeve ser milê her kesî û got: "Divê her kes berpirsiyariyê hilgire."    * Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Oznûr Evîn diyar kir ku wan xebatên xwe yên ji bo Butona Jin a Jînê û Stasyona Gava Ewil temam kirine û got ku ji bo jinên rewşa wan a aborî nebaş jî sepana JINKART'ê pêk anîne.    * Hevjîna girtiyê nexweş Yaşar Bayar, Dîlber Bayar bi lêv kir ku bêyî ku delîl hebin hevjînê wê hatiye girtin û 42 sal cezayê hepsê lê hatibû birîn ji aliyê dadgeha bilind ve hatiye erêkirin û got: "Piştî erêkirina cezayê hevjînê min hat erêkirin, wî xistin hûcreya yek kesî. Tevî nexweşiya wî ya çav û piştê heye jî tedawiya wî nayê kirin."    * 9’emîn Pakêta Darazê dê bînin Komîsyona Edaletê ya li Meclisê. (10.00-17.00)   * Li Şaredariya Cizîrê dê têkildarî têkoşîna bi tundiya li dijî jinan re semîner bên lidarxistin. (15.00)    * Şaxa OHD’a Stenbolê piştî ku li dijî tecrîda li Îmraliyê serlêdan kir, dê li ber Baroya Stenbolê daxuyaniyê bide. (16.00) ZINDÎ   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li Hatayê tev li panela “Komara demokratîk, destûra bingehîn a demokratîk” bibe. (18.00)    * Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li Qada Şîşhaneyê hatiye destpêkirin dê berdewam bike. (20.00-22.00)