Girtiyê ku bi neheqî 42 sal ceza lê hatiye birîn nayê tedawîkirin 2024-07-11 09:05:05   SIRNEX - Hevjînê girtiyê nexweş Yaşar Bayar, Dîlber Bayar bi lêv kir ku bêyî ku delîl hebin hevjînê wê hatiye girtin û 42 sal cezayê hepsê lê hatibû birîn ji aliyê dadgeha bilind ve hatiye erêkirin û got: "Piştî erêkirina cezayê hevjînê min hat erêkirin, wî xistin hûcreya yek kesî. Tevî nexweşiya wî ya çav û piştê heye jî tedawiya wî nayê kirin."    Girtî Yaşar Bayar (37) ê ku di sala 2015'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê di dema şerê xwerêveberiyê de hat binçavkirin û girtin, piştî ku 3 mehan li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tê ragirtin piştre sirgûnî Girtîgeha Tîpa L ya Espiye ya Gîresûnê tê kirin. Dadgeha Şirnexê 42 sal cezayê hepsê li Bayar birî. Ev ceza ji  aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin û piştî erêkirina ceza ew xistin hûcreya yek kesî. Bayar di hevdîtina dawî ya bi telefonê re ya ku bi malbata xwe re pêk anî diyar kir ku rêveberiya girtîhehê ew nebiriye nexweşxaneyê û ragihand ku tedawiya wî tê astengkirin.   Hevjîna Bayar, Dîlber Bayar der barê hevdîtina ku herî dawî bi hevjînê re pêk anî de axivî. Bayar anî ziman ku tedawiya hevjînê wê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê astengkirin û wiha got: “Di çavê hevjîna min de pirsgirêk heye. Çavê wî kêm dibînin. Her wiha pişta wî jî diêşê lê tevî vê yekê jî tedawiya wî nayê kirin. Rewşa girtiyan nebaş e. Hevdîtinên me yên bi têlefonê jî her tim qut dibin. Jixwe ji 15 rojan carekê telefonî malbatê dike. Ji ber ku tedawiya wî nayê kirin, ew nizane çi dermanan vexwe û ji ber nebûna dermanan nexweşiyên wî girantir dibin."   'SALÊ 2 CARAN DIÇIN HEVDÎTINÊ'   Bayar diyar kir ku ji ber hevjîna wê li cihekî dûr tê ragirtin nikarin biçin hevdîtinê û wiha berdewam kir: "Bi vê yekê weke malbat em jî tên cezakirin. Dema ku em diçin hevdîtinê em gelek zehmetiyan dikişînin. Hem ji ber mesrefên çûnehatê û hem jî ji ber mesafeya dûr gelek pirsgirêk hene. Rewşa me ya aborî ne baş e. Em bi deyn diçin hevdîtine. 5 zarokên min hene. Yê herî biçûk 10 salî ye. Ez bi tena serê xwe li zarokan dinêrim. Ji ber vê sedemê em tenê salê 2 caran ew jî di cejnan de diçin hevdîtinê. Ev rewş di warê psîkolojîk de bandoreke pir xerab li ser wî û me dike. Nikare zarokên me bibîne. Heke mehê du caran em biçûna hevdîtinê ji bo wî jî wê baş bibûya."    'CEZAYÊ MIRINÊ DIDIN'   Bayar bertek nîşanî 42 sal cezayê ku li hevjîna we hatiye birîn da û wiha pêde çû: "Tevî delîl û şahîd tune ne jî 42 sal cezayê hepsê danê. Ji ber ku cezayê îdamê tune ye mirovan îdam nakin. Lê bi van cezayên giran cezayê mirinê didin. Ev ceza li dijî girtiyan û malbatên wan neheqiyeke mezin e. Li ser girtiyan zextên giran hene. Ev jî bandoreke pir xerab li malbatan dike. Malbat jî tên cezakirin. Divê ev zilm bi dawî bibe. Ji bo gel bitirsînin cezayên giran didin. Hevjînê min tiştek nekiriye."   'BIBIN DENGÊ GIRTIYAN'   Bayar di dawiya axaftina xwe de bang li raya giştî û rêxistinên mafên mirovan kir ku xwedî li girtiyan derkevin û got: “Banga me ji bo saziyên mafên mirovan û saziyên demokratîk ew e ku parastina girtiyan bikin. Bila mafên girtiyan biparêzin. Divê ji bo dermankirina girtiyan jî gavan bavêjin. Bila ji aliyê madî û manewî ve piştgiriya girtiyan bikin."   MA / Mahmût Altintaş