Bi ruhê azadiyê derket rê û coş û kêfê da meşê 2024-07-11 09:06:37   WAN - Ji çalakvanên "Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re" yê herî pîr Abdûlhafiz Çîftçî ku 83 salî ye, da zanîn ku ew dema govendê digerîne 14-15 salî ye. Çîftçî diyar kir ku ew ê heta mirinê jî ji bo azadiya gelê kurd têbikoşe.   "Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re" ku di 30'ê hezîranê de li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ya di 3'ê hezîranê de hatibû destpêkirin, bi dawî bû. Zêdeyî 350 kesên ku ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê derketin rê, di 3'ê tîrmehê de li Wanê li hev civiyan û piştre ber bi Colemêrgê ve bi rê ketin. Meşvanên ku 205 kîlometreyan meşiyan û gihiştin Colemêrgê, bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.   MEŞA BIBIRYAR   Meşa 9 rojan a wekî Meşa Gemlîkê, Meşa Mertalên Zindî û Meşa Azadiyê ku piştî salên 2000’î pêk hat, yek ji çalakiyên herî bibîranîn bû. Der barê meşê de mirov dikare gelek çîrokan binivîsîne. Di nava meşê de gelek kesên ji 80 salî mezintir jî hebûn û hin kes jî bi zarokên xwe re beşdarî meşê bûn. Tevî tava germ jî meşvanan kêliyekê jî dudilî nebûn ku bimeşin.   KALÊ DESMAL SOR   Abdulhafiz Çîftçî yê 83 salî ku gelek caran bi desmala xwe ya sor gel coş dikir, bû sembola meşê. Çîftçî ku di meşa dîrokî de cihê xwe girt û guh neda biryara “Pîremêr û nexweş beşdar nebin” di tevahiya meşa 205 kîlometreyî de moral da meşvanan, kesên westiyan motîve kir, bi zimanê kurdî kilam digot û di her bêhnvedanê de bi desmala xwe ya sor govend gerand.   Çîftçî yê "kalê desmal sor" ê meşvanan her ku derbas dibû bi rûkenî, sohbet û azweriya xwe ya azadiyê re sempatiyeke mezin dikişand. Yekane rojeva wî li rawestgehên mayînê, li konên ku meşvan lê diman û li cihên ku lê mêvan bûn, pêvajoya siyasî ya welat û têkoşîna azadiyê ya kurdan bû.   HAYA WÎ JI ÊŞA PÊYÊN XWE NEBÛ   Ya herî girîng tevî hemû israran jî carekê jî li wesayîtê siwar nebû. Kesên ku dixwestin wî razî bikin, bersiva wî her dem zelal bû: "Ez mamê we me, ez ti car nawestim.” Li gorî Çîftçî sedema vê jî baweriya wî ya bi azadiyê û hêrsa wî ya li hemberî desteserkirina vîna gelê kurd bû. Ji ber vê sedemê heta navçeya Elbakê jî hay ji pêyên xwe yên ji ber meşê teqiyayî nebibû.   ‘TU PÎRÎ, TU ÇIMA TÊ?’   Çîftçî yê ku ji piştî birînên tiliyên xwe û paniya pêyê xwe pêçandin dîsa derket rê û serpêhatiya xwe tevlibûna meşê wiha vegot: "Ez çûm Parka Mûsa Anter (Wan), min nizanîbû dê meş çêbibe. Ji min re gotin dê tenê daxuyaniyeke çapemeniyê were dayîn. Dema ez çûm partiyê, milet pêşmalkên meşê li xwe dikirin. Dema min pirsî got dê biçin ber bi Colemêrgê ve bimeşin. Min jî xwest bi wan re biçim, lê gotin ‘Te navê xwe nenivîsandiye'. Min jî got ‘Ne hewceye ez navê xwe binivîsim, ez li vir im û ez jî dê bêm'. Dû re hemûyan xwe ji min aciz kirin û gotin ku ‘Tu pîrî, tu çima tê?’ Min jî ji ber piştgiriya gelê Colemêrgê û xwedî derketina li vîna xwe xwest biçim. Min pêşmalkek dît û li xwe kir. Gelek hêrs bûn lê min guh neda wan. Ez gelek kêfxweşim ku tev li vê meşê bûm.”   11 CARAN HATIYE BINÇAVKIRIN   Çîftçî ku ji gundê Bayê yê Colemêrgê ye, piraniya jiyana xwe bi şivantiyê derbas kir. Dema hê li gund e her tim bi zextên dewletê re rû bi rû dimîne. Ji ber zextan neçar ma gundê xwe terk bike û li navenda Colemêrgê bi cih bû. Di sala 1985'an de hat binçavkirin û zêdetirî salekê di Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê de ma. Di tevahiya jiyana xwe de 11 caran hatiye binçavkirin.   ‘BEŞDARBÛNA MIN JI BO JIYANEKE BAŞTIR A GELÊ KURD E’   Yek ji sedema herî girîng a ku Çîftçî beşdarî meşê bû jî zextên dewletê yên ji salên 90'î û vir ve bûn. Çîftçî destnîşan kir ku ew ji bo hem li dijî desteserkirina vîna hem jî li dijî zilma li ser kurdan tê meşandin îtîraz bike tev li meşê bûye û wiha pêde çû: "Sedema ku îro li vir im ji ber qeyûman e, ji ber zilmê ye. Ji şaredariya me re qeyûm hat tayînkirin û em vê yekê qebûl nakin. Ez bi vê pîratiya xwe ketim rê û heta vir meşiyam. Pêyên min bûn avlek û teqiyan. Ev hatina min ji bo jiyaneke baştir a gelê kurd e. Em teslîm nebûn, teslîm nabin û em şaredariyên xwe jî ji wan re nahêlin. Heta em şaredariya xwe şûnde negirin em ê têbikoşin.”   SERPÊHATIYÊN WÎ YÊN GIRTÎGEHÊ   Çîftçî yê ku îtîraza xwe ya li dijî qeyûm anî ziman behsa zextên û zoriya lê hatiye kirin jî kir û ev tişt gotin:  "Ez 11 caran hatim binçavkirin. Gelek caran di girtîgehê de mam. Rewşa min a kontrola edlî niha dewam dike. Piştî vê yekê ez nizanim ka dê dewlet çi ji min bike yan jî dê çi ceza bide min. Ez bi giştî 4 salan di girtîgehê de mam. Ez di girtîgehên Colemêrgê û Amedê de mam. Dema em birin Girtîgeha Amedê,  3 rojan destûr nedan ku em bi hevalên xwe re bi çavan jî têkiliyê deynin. Dema min li hevalê xwe yê li kêleka xwe mêze kir, bi jopekê li stûyê min dixistin. Dema ez ketim girtîgehê ji min re gotin ku min gelek sûc kiriye. Heta binê lingê min xwîn jê çû îşkence li min kirin. Carinan xwarinên pir xweş dihatin dayîn, lê komir diavêtin nav de ku ku em nexwin. Piştî berdana me demeke kin avêtin ser gundê me û em 55 kes hatin binçavkirin. Em 11 rojan di hucreyan de man.”   ‘JIYANEKE AZAD MAFÊ ME HEMÛYAN E’   Çîftçî dema ku behsa serpêhatiyên xwe dikir di heman demê de behsa xewnên xwe û tiştên ku pê kêfxweş dibe jî kir. Li gorî Çîftçî bextewarî bi azadiyê dibe û wiha berdewam kir: "Heke mirov di vê jiyanê de azad nebe, li cihekî zêrkirî jî bimîne jî ti feyde nîne. Mafê me hemûyan e ku em azad bijîn. Her kesê ku di bin zilmê de bimîne, bi rastî jî mirî ye. Heke ez azad nebim ma jiyan ji bo çi ye? Ji bo vê yekê divê hemû mirov û bi taybetî jî kurd ji bo azadiya xwe têbikoşin. Tenê bi têkoşînê em dikarin azad bibin."   XEYALA WÎ YA HERÎ MEZIN DÎTINA OCALAN E   Çîftçî diyar kir ku xeyala wî ya herî mezin dîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e ku jê re dibêje 'Rêberê min' û wiha got: "Tişta ku ez niha dixwazim ew e ku ez Rêberê me yê li Îmraliyê girtî bibînim. Xwezî min ew bidîta û piştre miribama. Kesên ku ji bo gelê xwe têdikoşin, bi rûmet in.  Ez bang li ciwanên Kurd dikim, barê me li ser milên ciwanan e. Kal û pîrên wek min jî divê piştgiriya ciwanan bikin û motîvasyona wan bilind bikin. Mezin û ciwan divê her kes bi hev re li ber xwe bide. Berxwedan jiyan e. Ger hûn li ber xwe nedin, hûn nikarin bijîn û ger berxwedan nebe jiyan jî nabe. Kurdistan canê me ye, jiyana me ye û ez çiqas zehmetiyan dikişînim jî bi têkoşîna xwe ya ji bo gelê xwe kêfxweş im. Ji bo her tiştî ku min kirî ez ser bilind im. Ji ber ku wijdana min nehişt ez bi tenê ciwanan bişînim ez beşdarî vê meşê bûm. Ez bimirim jî bila bi xortan re bimirim. Xewna min a din jî ew e ku deriyên girtîgehê bên vekirin û her kes azad bibe.”   ‘HETA MIRINÊ EM Ê TÊBIKOŞIN’   Çîftçî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Gelê kurd êdî ne gelê berê ye, pêwîste her kes vê bizane.Divê êdî dest ji mafê bidin me û dest ji polîtîkayên qeyûman berdin. Yên ku vê rewşê qebûl dikin, şeytan in. Em ji vê meşê kêfxweş in û heta mirinê em ê têbikoşin. Ez nikarim vî gelî berdim.”   ‘DESMALA SOR RUHÊ MIN XWEŞ Û GEŞ DIKE’   Çîftçî pirsa me ya ku çima her tim desmala xwe ya sor di destê xwe de digire bi ken wiha bersivand: “Dema ez dimeşim ez 14-15 salî me. Dawet û dîlanên me kevneşopiya me ye. Ez ji zaroktiya xwe ve kilam û stranan dibêjim. Min 200 stranan zêdetir ji ber kirine. Gelek desmalên min hene, lê ez ji ya sor hez dikim. Dema ku ez diçim sergovendê ez desmala sor dihejînim. Ji ber ku gava ez vê desmala sor dihejînim, ruhê min xweş û geş dibe.”   MA / Bazîd Evren - Adnan Bîlen