Tekîk: Li Bilexşê travmaya salên 90'î anîn serê gel 2024-07-11 09:10:53   ÊLIH - Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk anî ziman ku şêniyên gundê Bilexşê ku 15 rojan dorpêçkirî man, bi travmaya salên 1990'î re rû bi rû hatine hiştin.    Operasyona leşkerî ya li gundê Bilexşê yê Kercewsa Êlihê di 22'yê hezîranê de hat destpêkirin, di 6'ê tîrmehê de bi dawî bû. Gund bi rojan hat dorpêçkirin û leşkeran gelek caran avêt ser gund. Di avêtinên ser gund de 11 kes hatin derbkirin û binçavkirin. Di çarçoveya operasyonê de li Êlihê jî 3 kes hatin binçavkirin. Welatiyên hatin binçavkirin, piştî îfadeyê serbest hatin berdan. Qadên daristanî û zevî yên gund ji ber bombebaranê texrîb bûn.    Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk ku di şandeyê dema dorpêçkirinê de xwest biçe gund de cih digirt û çûna wan a gund 6 caran hat astengkirin, tiştên qewimîn vegotin.   Tekîk bi lêv kir ku gelek caran hewl dane biçin gundên dorpêçkirî lê belê tim hatine astengkirin.    Tekîk anî ziman ku piştî astengiyan gava çûne gund rastî gundekî vala hatine û got: "Pevçûn li cihekî 200 mîtro dûrî gund çêbûye. Bi baranê re şewata li qada daristanî tefiyaye. Ger baran nebariyaya dibû ku rewş pir xirabtir bûbûya. Derûniya gundiyan nebaş e. Bombebarana bi rojan pêk hatiye û mirin dîtine, derneketine derve û ji xizmeta tenduristiyê bêpar mane. Vê yekê bandoreke nebaş li derûniya wan kiriye. Ev, bandorê li travmaya ku berê hatiye serê wan dike. Vê herêmê, di salên 90'î de pevçûnên dijwar dîtine."   Tekîk destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên gundiyan divê tevneke piştevaniyê bê avakirin û got: "Travmaya salên 90'î anîn serê gundiyan. Em li cem gelê xwe ne. Em vê zilmê şermezar dikin."