Berxwedana li dijî tecrîdê: Divê her kes berpirsiyariyê hilgire 2024-07-11 09:12:27   AMED - Hevserokê MED TÛHAD-FED'ê Kerem Canpolat, ji bo çareserkirina meseleya kurd û rakirina tecrîda Îmraliyê bar dikeve ser milê her kesî û got: "Divê her kes berpirsiyariyê hilgire."    Kampanyaya ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, mîsogerkirina azadiya wî ya fizîkî û çareseriya pirsgirêka kurd li seranserê cîhanê hat destpêkirin, bi çalakiyên cur bi cur didome. Di çarçoveya kampanyayê de girtiyan di 27’ê mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê kirin û di 4’ê nîsanê de çalakiya xwe ber bi asteke din ve birin. Girtiyan çûna dadgehan boykot kirin û hevdîtina bi malbatê û rêya telefonê nekirin. Girtiyan daxuyand ku di 4’ê tîrmehê de dawî li çalakiya xwe anîne.   Hevserokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat çalakiyên girtiyan û daxwazên wan nirxandin. Canpolat anî ziman ku girtiyan di demên krîtîk de bi çalakiyên xwe rê li ber pêvajoyê xistine û bi çalakiyên xwe yên dawî jî bal kişandine ser şert û mercên ku Abdullah Ocalan tê de ne û got ku di vî warî de bi ser ketine.    Canpolat anî ziman ku bi boykotkirina hevdîtina bi rêya telefonê û hevdîtina malbatê re peyama "Hûn me ceza bikin û şert û mercên me xerab bikin jî em ê dest ji îdealên xwe, daxwaza xwe ya aştî û demokrasiyê bernedin" hatiye dayîn. Canpolat da zanîn ku çalakî ji bo hemû beşên civakê jî peyamekê dide. Canpolat wiha berdewam kir: “Ji bo demokrasî û hiqûqa vî welatî divê êdî bar zêde nekeve ser milê girtiyan. Divê ev peywir bikeve ser milê me. Di vî warî de kêmasiyek heye ku serî li çalakiyên wiha didin. Dema li derve gelek çalakî hebin, wê bar nekeve ser milê girtîgehan. Divê siyaseta kurd, saziyên demokratîk ên li Tirkiyeyê û hemû beşên civakê yên demokrasiyê dixwazin vê wekî rexneyekê bibînin."   WÊ ÇALAKÎ BIDOMIN   Canpolat diyar kir ku çalakiyên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd wê bidomin û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan banga piştevaniyê kir. Canpolat anî ziman ku ew dixwazin her kes tev li çalakiyên ku dê li dar bixin bibe û got ku ew dixwazin di vê çarçoveyê de serdana hemû saziyên li Tirkiyeyê bikin. Canpolat got: "Divê her kes ji bo aştiya welêt bi rengekî berpirsyariyê bigire ser milê xwe."   MA / Rûkiye Adiguzel