Ji Çelê leşker sewqî Herêma Kurdistanê hatin kirin 2024-07-11 09:41:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Deriyê Sînor ê Serzêrê yê li navçeya Çelê leşker sewqî Herêma Kurdistana Federe hatin kirin.    Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin berdewam dikin. Dewleta tirk bi sedan leşker û wesayîtên zirxî sewqî navçeya Amêdiyê ya Duhokê haitn kirin. Sewqiyeta leşker û wesayîtên zirxî berdewam dike. Duh bi şev ji Deriyê Sînor ê Serzêrê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê wesayîtên zirxî sewqî herêma ku şer û pevçûn lê diqewimin hatin kirin.    Li gorî nûçeya Rojnewsê, artêşa tirk gefê li şêniyên herêmê dixwe ku dernekevin derve. Her wiha ji bo konvoya leşkerî bê derbaskirin, deriyê sînor duh ji serê sibehê ve girt. Her wiha artêşa tirk her ku diçe dagirkeriya xwe ya li nav Herêma Kurdistanê berfirehtir û kurtir dike. Di nava van rojên dawî de, bi hezaran leşker û bi sedan wesayîtên zirxî û leşkerî derbasî nav xaka Herêma Kurdistanê kiriye û bi dehan baregehên nû avakiriye.