UNICEF’ê av li ser wargehên li Şehbayê birî 2024-07-11 10:06:55   NAVENDA NÛÇEYAN - UNICEF’ê av li ser wargehên li Herêma Şehbayê birî. Hevserokê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd têkildarî mijarê wiha got: “Sûce ku UNICEF ava li wargehan bibire.”   Piştî dagirkirina Efrînê, Fona Alîkariyê ya ji Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) av li seranserî herêma Şehbayê û kampan belav dikir. Lê di sala 2020’an de belavkirina avê li ser gundên navçeyan pir kêm kir û sala 2021’an jî li seranserê herêmê qut kir. Di 15’ê Sibata 2024’an de jî av bi temamî li ser kampan hate qutkirin.    Têkildarî mijarê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî.   ‘SÛCE KU MIROV AVÊ BIBIRE’    Cemal Reşîd diyar kir ku birîna avê ya ji aliyê UNICEF’ê ve sûc e û wiha got: “Xwarin û vexwarin pêdiviyên herî sereke ne. Lê ya bingehîn av e. Lê ji ber rewşa herêmê ku binesaziya wê di şer de hatiye rûxandin, li vir şebekeyên avê tune ne, ji ber vê jî bi rêya sahrîcan em avê dabîn dikin. Zehmetiyên ji ber avê ne tenê di hundirê kampan de hene, li tevahî Şehbayê hene.”   Reşîd got li gorî îmkanên xwe piştgiriyê didin gel lê sahrîcên di destê wan de û bîrên li herêmê kêm in û wiha dewam kir: “5 kamp li gel me hene, dema ku UNICEF'ê av li kampan belav dikir, me dikarî piştgiriya gel hêsantir bikira. Lê bi qutkirina avê zehmetiyeke mezin derket pêşiya Rêveberiya Xweser û şaredariyê.”   Her wiha Cemal Reşîd got: "Gel û rêveberî hev temam dikin. Ji ber vê jî em soz didin ku heya ku derfetên di destê me de hebin, em ê piştgiriya gelê xwe bikin. Em ê bi hev re van zehmetiyan derbas bikin.”