Dr. Berwarî: Divê herkes li eniya berxwedanê cih bigire 2024-07-11 10:35:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Dr. Kamûran Berwarî destnîşan kir ku armanca êrişên li dijî Herêma Kurdistanê “dagirkeriye” û wiha got: “Îro li Kurdistanê du enî hene. Yek xiyanet e ya din jî eniya berxwedanê ye. Divê herkes li eniya berxwedanê cih bigire.”   Dewleta tirk a bi hevkariya PDK’ê ji 17’ê nîsana 2022’yan ve êrişên xwe yên li dijî Herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe didomîne, di hefteyên dawî de dest bi sewqîyateke leşkerî ya zêde kir. Ji bilî sewqiyeta li bejahiya navçeya Amêdiyê ya Duhokê dewleta tirk li hin qadan noxteyên kontrolê danîn.    Cîgirê Serokê Akademiya Siyaset û Demokrasiyê ya li Herêma Kurdistana Federe Dr. Kamûran Berwarî, geşedanên diqewimin nirxandin.      ‘TIRKIYE HEWL DIDE KURDISTANÊ DAGIR BIKE’    Dr. Berwarî, bi cih bûna dewleta tirk a li Herêma Kurdistana Federe weke “dagirkerî” penase kir û wiha got: “Tirkiye ji aliyekê ve plan dike ku were vir û careke din venegere, li aliyê din jî erdnîgariya başûrê Kurdistanê talan dike. Daristanan dişewitîne, gundan vala dike, çiyayên wê bombe dike. Çekên kîmyewî yên qedexe bikartîne.”   Berwarî, bal kişand ku dewleta tirk di nava hefteyekê de 150 TIR wesayîtên zirxî û leşkerî sewqî axa Herêma Kurdistanê kirine û wiha domand: “Tirkiye, bi hinceta PKK’ê vê derê dagir dike. Ev bi temamî hinceteke pûç û vala ye. Kes bi vê yekê bawer nake. Dewleta tirk bi hinceta hebûna PKK’ê nikare dagir bike. Ji ber ku PKK hêzeke Kurdistanî ye. Gerîla zarokên gelê kurd in.”   Berwarî diyar kir ku dewleta tirk dixwaze bikeve Garê û Metînayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû hewldan li ser dagirkirina Mûsilê ne. Armanca Tirkiyeyê ew e ku ji Bakur heta Başûr, ji Şengalê heta sînorê Îranê hemû erdnîgariyê bêmirov bihêle. Dixwaze qadên jiyanê yên gelê kurd tune bike. Dixwaze gelê kurd venegere ser axa xwe. Divê gelê kurd vê yekê baş bizane.”     Berwarî, bêdengiya Iraqê ya têkildarî geşedanan rexne kir û wiha pê de çû: “Bêdengiya Iraqê vê yekê nîşan dide; di serdema Mûstafa Kazimî de li gel Tirkiyeyê û PDK’ê li dijî kesên azadiya Kurdistanê dixwazin û şîayan hin planên qirêj kirin. Dixwazin agirê li Rojhilata Navîn gurtir bikin. Armanc dikin ku Kurdistana Iraqê ji holê rakin. Beşeke Iraqê jî hevkarê vê planê ye.”   ‘PDK’Ê HEBÛNA XWE GIRÊDAYÎ TIRKIYEYÊ KIRIYE’    Berwarî yê qala hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re kir, ev tişt gotin: “PDK’ê hebûna xwe girêdayî Tirkiyeyê kiriye. Tirkiye jî PDK’ê xwedî dike û piştgiriyê dide. Ji ber ku di navbera gel de tu wateya PDK’ê nemaye. Di hilbijartinan de PDK nikare bibe desthilat. Ji ber wê yekê PDK, dipejirîne ku leşkerên tirk derbasî Başûrê Kurdistanê bie û hebûna xwe bidomîne.”   Berwarî, destnîşan kir ku ji sedî 95 gelê Herêma Kurdistanê li dijî dagirkirina dewleta tirk e û got: “Saziyên di desthilata PDK’ê de bi zilmê hebûna xwe didomînin. Zextê li gel dikin û hewl didin dengê wan bibirin. Destûr nadin ku kes ji rayagiştî re biaxive. Televizyon, rojname û radyoyên li Başûr girêdayî Tirkiyeyê kirine. Bi weşanên ji vir tên kirin re hewl didin gel bixapînin.”   Berwarî, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Asta ku hatiyê asta xiyanetê ya herî jor e. Îro li Kurdistanê du enî hene. Yek eniya xiyanetê yek jî eniya berxwedanê ye. Êdî kes nikare di navberê de bimîne. Divê herkes li eniya berxwedanê cih bigire.”