Bi çekê êrişî Serokê Meclisa Odeya Bazirganiyê ya Geverê kirin 2024-07-11 11:29:50   COLEMÊRG - Li ber deriyê mala Serokê Meclisa Odeya Senayî û Bazirganiyê ya Geverê Tîmûr Sevî bi çekê êrişî wî kirin.    Dema Serokê Meclisa Odeya Senayî û Bazirganiyê ya Geverê Tîmûr Sevî li navçeya Gever a Colemêrgê diçû mala xwe hin kesan bi çekê êrişî wî kirin. Sevî yê kesên nasnameya wan nediyar li Taxa Cûmhûriyetê êrişî wî kirin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Xizmên Sevî yên agahiya êrişê wergirtin hatin ber deriyê nexweşxaneyê. Seviyê ku rewşa wî giran e, li beşa lênêrîna awarte ya nexweşxaneyê tê dermankirin.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.