Mihemed: Dezgeha Parastinê cihên ji bo bombebaranê nîşanî balefirên tirk dide 2024-07-11 11:42:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê berê yê Iraqê Xalib Mihemed diyar kir ku heta malbata Barzanî hebe wê gelê kurd rehet nebe û got: “Dezgeha Parastinê cihên ji bo bombebaranê ji balefirên dewleta tirk re diyar dike. Ev şerma giran e."    Êrişên Tirkiyeyê bê navber li ser başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Tevî bombebaran û topbaranên rojane, Tirkiye bênavber leşker, tank û wesayîtên zirxî dikişîne nav axa başûrê Kurdistanê û baregehên nû ava dike. Li gel bêdengiya hikûmeta Iraqê ya beramberî van êrişan, PDK di her warê leşkerî û îstîxbaratî de hevkariya artêşa Tirkiyeyê dike.    Parlamenterê berê yê Iraqê Xalib Mihemed der barê êrişên Tirkiyeyê de ji RojNewsê re axivî.       Mihemed wiha dest bi axaftina xwe dike: “Malbata Barzanî hertim hewldaye ku bixwe li ser desthilatê bimîne. Ji ber ku ger ne li ser desthilatê bin wê têk biçin. Desthilata wan jî ne hêz û jêhatina wan bi xweye. Di berê de Şahê Îranê piştgiriya wan dikir û niha jî Tirkiye dike. Ango mayîna ser desthilatê bi nokeriyê bû. Li gorî min heta malbata Barzanî bimîne, wê gelê Kurd rehet nebe. Şerme ku navê serokwezîr û serokê Herêmê li xwe dikin ku pêş çavê wan ve baregehan ava dikin û nasnameya welatiyan lêpirsîn dikin. Di rastiyê de divê welatiyên me ji Tirkan ra bibêjin nasname û vîzeya we li ku ne û hûn çima hatine vir.”   ‘DEZGEHÊN PARASTINÊ CIHÊN BOMBEBARANÊ DIYAR DIKE'    Xalib Mihemed li ser bombebaranên bi balefirên şer ên Tirkiyeyê li ser axa Başûr pêk tên wiha got: “Balefirên ku sînorê Silêmaniyê bombebaran dikin, ji balefirên ku dewleta Tirk li nav Herêma Kurdistanê avakirin radibin û ber digirin. Ger na ew balefir nikarin ji Stenbolê rabin û me bombebaran bikin. Dezgeha Parastinê destpêkê cihên ji bo bombebaranê ji balefirên Tirk re diyar dike.”   'HER KESÊ CILÛBERGÊN KURDÎ LI XWE BIKE, NABE KURD'    Xalib Mihemed wiha axaftina xwe berdewam kir: “Divê parlamenterên me ku 60 endam li Parlamentoya Iraqê hene, daxwaza civînek awarte bikin û dengdanê li ser hêzên ne yasayî bikin. Piştre vê yasayê bibin ber Neteweyên Yekbûyî û belgeyên pêwîst bêxin ber dest ku ev hêz dagirkerin. Lê dema ku PDK bi xwe rê li ber wan vedike û wan diparêze, ji bilî xiyanetê çiye gelo? Ji bo wê her kesê ku cil û bergên Kurdî li xwe bikin nayê wê wateyê ku Kurde.”   ‘BIRYARA DADGEHA FEDERAL, PDK'Ê LAWAZ KIR'    Mihemed têkildarî serdana serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ya ji bo Bexdayê jî destnîşan kir ku bi sedan carên din jî Mesûd Barzanî biçe Bexdayê jî PDK nikare rê li biryarên Dadgeha Federal bigire û wiha axivî: “Biryarên Dadgeha Federal, PDK’ê gelek lewaz kiriye. PDK ditirse biçe hilbijartinê, ji ber ku heta niha bixwe hemû hilbijartinan dizayn dikir. Dengdên wî nîva wê sexte bûn û nîva din jî dengên kota bûn. Niha jî bi hemû hêza xwe hewl dide ku hilbijartin neyê kirin. Mesud Barzanî ji bo sê mijaran serdana Bexdayê kir. Yekem hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê bi Herêmê re were kirin û ev komîsyon ji holê rabe ku bi xwe dizayn bike. Sedema duyem ew bû ku bêje ‘Tirkiye ji bo PKK’ê hatiye ne ji bo Kurdistanê’. Lê yasayek ya Tirkiyeyê heye ku biçe nav kîjan welatî, êdî dernakeve, ji bo wê jî berpirsên Iraqê vê yekê qebûl nekirin. Ya sêyem jî ew bû daxwaz kir mûçeyê karmendên Herêmê bikeve ser projeya ‘Hejmara Min’. Lê ev jî nehate qebûlkirin, ji ber ku li gorî biryara Dadgeha Federal mûçeyê karmendan divê bikeve ser Iraqê.”