Li Komeleya Anadoluyê li hemberî 13 zarokan tacîza zayendî hatiye kirin 2024-07-11 12:53:29 MÊRDÎN - Derket holê ku li Komeleya Ciwanan a Anadoluyê ya Şaxa Mêrdînê, zaroka 13 salî bi tacîza zayendî re rûbirû maye. Lêpirsîna ku li ser gilîkirinê hat destpêkirin, veguherî dozê.    Derket holê ku li Komeleya Ciwanan a Anadolûyê ya Şaxa Mêrdînê ku li navçeya Artûklûyê ye û ku nêzî Partiya Saadetê tê nasîn, bûyerên tacîza zayendî qewimî ye. Hat zanîn ku zarokên ku temenê wan di navbera 7 û 14 salî de li komeleyê bi tacîza zayendî ya nûnerê komeleyê M.S.D. re rû bi rû mane. Ev bûyer di navbera salên 2022 û 2023’yan de qewimî ye.    Ji zarokan yek ji dayika xwe re qala meseleyê dike û bûyer derdikeve holê. Zarokên din jî tiştên hatine serê wan ji malbatên xwe re dibêjin. Li ser gilîkirina malbatan di 6’ê mijdara 2023’yan de lêpirsîn tê destpêkirin û di çarçoveya vê lêpirsînê de M.S.D. tê binçavkirin û paşê jî tê girtin.    ZAROKAN QALA TACÎZÊ KIR    Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê lêpirsînê temam dike û ji sûcê “îstîsmarkirina zayendî ya li hember gelek zarokan” doz vekir. Zarokan di îdianameyê de diyar kiriye ku ew ji bo bileyîzin, dersa olî werbigirin û hin aktîvîteyên civakî bikin çûne komeleyê û dema ew bi lîstikê dilîstin M.S.D. li hember wan tacîza zayendî pêk aniye.     Zarok giliyê M.S.D. kirine û ji bilî du malbatan 11 malbatên zarokên din gilî nekirin.    M.S.D. diyar kir ku ew li Saziya Wargehên Krediyê karê ewlekariyê dike û 20 sal in têkiliya wî bi wê komeleyê re heye û di parastina xwe de jî îdia kir ku wî tu sûc nekiriye.    DANIŞÎNA EWIL HAT LIDARXISTIN    Danişîna ewil a dozê di 9’ê tîrmehê de hat lidarxistin. Di danişînê de M.S.D. amade bûn û malbat  û parêzerên zarokan jî beşdarî danişînê bûn.    Aliyên dozê di danişînê de parastinan kirin û ewraq hatin xwendin.    Paşê şandeya dadgehê biryar eşkere kir û der barê M.S.D. de biryara berdewamiya girtina wî da û danişînek din taloqî 7’ê tebaxê hat kirin.