Îdiaya ‘xemsariyê’ derewandin 2024-07-11 13:09:17   AMED - Abdullah Bîrogûl yê ku xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû, jiyana xwe ji dest da. Dihat îdiakirin ku bi awayek “xemsarî” miriye. Lê xizmên wî îdiaya mirina xemsariyê derewandin.    Abdullah Bîrogûl ku hosteyê keviran bû li Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dixebitî û di 9’ê tîrmehê de dema li daşirê bû krîza dil lêda û jiyana xwe ji dest da. Medya desthilatdariyê û wan kesên li ber şaredariyan provokatoriyan dikin, li ser vê mirinê şaredariyê kirin hedef.    Xizmên Bîrogûl ji ajansa me re ragihandin ku di mirina wî de tu xemsariyek  tune ye û ew ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye.    Şaredariya Bajarê Mezin jî têkildarî mijara navborî daxuyanî da û mirina Bîrogûl ya bi “xemsarî” derewand û ji roja wî dest bi kar kiriye û heta roja rehmet kiriye li yekîneya xwe xebitî ye. Şaredariyê diyar kir ku tu daxwaznameyek gilîkirinê ya Bîrogûl ku ji rêveberiya wan re hatibe ragihand nîne û îdiayên mobbîng, biçûkxistinê, tade lê kirin derewand.