Şandeya Iraqê ji bo ku êrişên dewleta tirk lêkolîn bike li Hewlêrê ye 2024-07-11 13:39:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya bi serokatiya Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Qasim Erecî,  ji bo rewşa êrişên li dijî Herêma Kurdistana Federe lêkolîn bike çû Hewlêrê.   Êrişên dewleta tirk ên li dijî axa Herêma Kurdistana Federe bi ber firehî berdewam dikin. Bertekê li dijî êrişan jî didomin. Hikumeta Iraqê jî ji ber êrişan kete nava liv û tevgerê û şandeyek şand Hewlêrê. Medya Iraqê ragihand ku li ser biryara Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, beriya demek kurt şandeyek bi serokatiya Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Qasim Erecî,  ji bo rewşa ewlehiyê ya li Herêma Kurdistanê, êriş, dagirkerî û leşker kêşan avakirina noxteyên kontrolê li sînorê parêzgeha Dihokê bişopîne, gihişte Hewlêrê.   Li gorî hatî ragihandin biryare Qasim Erecî li gel Wezîrê Karên Hindir yê Herêmê û berpirsên din ên hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê re bicive.   Hêjayî gotinêye ku di çarçoveya bertek û helwestên li dijî êriş, dagirkerî û leşkerkêşana dewleta tirk a dagirker ya berdewam li ser xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê de, duh bi şev Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî yekem helwesta hikûmeta Iraqê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk eşkere kir. Sudanî di civînê de tekezî kir ku ew destdirêjî û binpêkirinên Tirkiye yên li ser xaka xwe qebûl nakin.   Her wiha di civînê de Encûmena Wezîran ji berpirsên ewlekariya niştimanî re ragihandine ku tekezî li ser giringiya rêzgirtin li serweriya Iraqê û rûbirûbûna her destwerdaneke biyanî ya ku gefê li ewlehî û aramiya welat dike, bikin.