Tûncelê serdana ESP’ê kir: Divê têkoşîna yekgirtî bê xurtkirin 2024-07-11 14:11:28   STENBOL - Sebahat Tûncel a serdana ESP’ê kir, bal kişand ser têkoşîna yek girtî û wiha got: “Pêdiviya me bi nîqaşa em ê bi hev re jiyanê çawa ava bikin heye.”   Siyasetmedar Sabahat Tûncel a di danişîna biryarê ya Doza Kobanê de hate berdan, serdana Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) kir. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr jî bi Tûncelê re bû. Tûncel û Demîr ji aliyê Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş, Berdevka Giştî ya Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM) Tanya Kara, Hevserokê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Muslum Koyûn û endamên partî ve hatin pêşwazîkirin.     Di serdanê de cezayên di Doza Kobanê de li siyasetmedaran hatin birîn, polîtîkayên şer ên li dijî gelê kurd û têkoşîna yekgirtî hatin axaftin.    ‘ÇARESERÎ SIYASETA CIVAKÎ YE’    Tûncel a di serdanê de ewilî axivî, parastinên siyasetmedarên di Doza Kobanê de dihatin darizandin bi bîr xistin û wiha got: “Pêvajoyeke ku siyaset bêçareserî dimîne ye. Siyaset ali ser partiyên siyasî tê meşandin xuya dike ku hatiye xetimandin, rêya derbaskirina vê yekê siyaseta civakî ye. Ji bo siyaseta civakî jî divê hêzên demokrasiyê, hêzên şoreşger bên bahev û têkoşînê mezin bikin. Divê ne li ser navê karkeran bi karkeran re, ne li ser navê jinan, bi jinan re, ne li ser navê ciwanan bi ciwanan re li ser mijara em ê bi hev re jiyanê çawa ava bikin nîqaş bikin.”   ‘NE DAWÎ DESTPÊKEK’     Hevseroka Giştî ya ESP’ê Gumuştaş a pişt re axivî, bi lêv kir ku parastinên siyasetmedarên ji dozê dihatin darizandin ji aliyê têkoşînê ve bûne pêşeng û wiha got: “Weke ku Fîgen başkanê got ‘ev biryar ne dawiyeke, destpêkeke’.”   ‘PÊDIVÎ BI TÊKOŞÎNA YEKGIRTÎ HEYE’    Hevberdevka HDK’ê Demîrê jî ev tişt gotin: “Rêxistina me ya yekgirtî HDK ye. Eniya ku ew û pêkhatiyên wê xwe bigihîninê gelek berfireh e. Di Doza Komployê ya Kobanê de hatina bahev a hêzên şoreşger û demokrat ên li Tirkiyeyê ji bo pêvajoya ji niha û şunde bi rê ve bibin girîng e.”   Hevdîtin pişt re ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.