Êrişên dewleta tirk tên şermezarkirin 2024-07-11 15:48:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên dewleta tirk ên li dijî axa Herêma Kurdistanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hewlêrê hate şermezarkirin.    Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin didomin. Dewleta tirk a dixwaze êrişên xwe berfireh bike di hefteyeke dawî de bi hezaran wesayîtên zirxî sewqkirin. Bertekên li dijî êrişên dewleta tirk jî zêde dibin. Di vê çarçoveyê de endam û rêveberên Partiya Komunîst a Kurdistanê li ber avahiya partiya xwe ya li Hewlêrê hatin bahev û li dijî êrişên dewleta tirk xwepêşandan li dar xistin.    Di xwepêşandanê de dirûşmeyên “Ji dagirkeriyê re na” , “Hikûmet û Parlamentoya Iraqê helwesta we li ku ye” û “NY çima bêdenge” hatin berzkirin.   Endam û alîgirên Partiya Komînîst a Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Iraqê û hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê kirin ku serweriya neteweyî biparêzin û dagirkeriya dewleta tirk rawestînin.   Her wiha Partiya Komînîst a Kurdistanê destnîşan kir ku ew li dijî dagirkeriyê ne û zextên li dijî azadîxwazan şermezar kir.   BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ    Welatiyên li bajarê Dirbêsiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta tirk şermezar kirin. Di çalakiyê de peyama piştevaniyê ya bi gelê Herêma Kurdistana Federe re hate dayîn. Di daxuyaniya ku bi tevlibûna Kongra Star, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û gelek kesan pêk hat de yekitî hate destnîşan kirin û êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî axa herêmê tên kirin hatin şermezar kirin.