Dema binçavkirina rojnamevan Topaloglû hate dirêjkirin 2024-07-11 16:56:57   STENBOL - Dema binçavkirina rojnamevan Sadik Topaloglû ku derbarê dosyaya wî de biryara veşartinê hatiye dayîn rojekê hate dirêjkirin.    Dema binçavkirina rojnamevan Sadik Topaloglû yê duh bi şev li Stenbolê bi hevalê xwe Mehmet Savaş ve hate binçavkirin, rojekê hate dirêjkirin. Derbarê dosyaya Topaloglû yê li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Fatîhê tê ragirtin de biryara veşartinê hate dayîn.    Parêzerê Topaloglû da zanîn ku li midûriyeta polîsan ji muwekîlê wî re têkildarî dosyayeke beriya niha jê hatiye darizandin pirs kirine.