OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê serî li Baroya Stenbolê da 2024-07-11 18:36:32   STENBOL- OHD’ê ji ba Baroya Stenbolê li dijî tecrîda li Îmraliyê bikeve tevgerê serî li Baroya Stenbolê da.  Heseroka OHD’a Stenbolê Eda Onal piştî serlêdanê axivî û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê û hemû baro vexwendiyê peywirê kir.   Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş, serî li Baroya Stenbolê dan. Piştî serlêdanê li Baroya Stenbolê daxuyaniyek hat dayîn. Hevseroka OHD’ê Eda Onal li ser navê parêzeran axivî.   Edayê da zanîn ku ev 3 sale tu agahî ji girtîgeha Îmraliyê tuneye û ji 2015’an heta niha tevî serlêdanên ji bo girtiyên din Hamîlî Yidirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş tu agahî tuneye û parêzeran yek carê jî hevdîtin nekirin. Edayê da zanîn ku tu îzahata hiqûqî ya astengkirina mafê hevdîtinê  tuneye. Edayê da zanîn ku her kes tecrîdê baş dizane û got li holê ye ku tu mînaka vê li cîhanê tuneye.  Edayê balkişand ser tecrîda giran a li Îmraliyê û wiha domand: “Tecrîd di heman demê de tê wateya neçarseriya pirsgirêka Kurd. Li dij tecrîdê heta niha gelek hewldan hatin dayîn.  Kampanya û xebat hatin meşandin. Serlêdan ji bo CPT hat kirin. Lê hewldan bê bersiv man. Bersivek erênî nehatiye dayîn. Em li dijî tecrîdê Yektiya Baroyên Tirkiyeyê û hemû baroyan careke din vexwendiyê peywirê dikin.”