Alî Yaşa yê gava li ber mirinê hat berdan, jiyana xwe ji dest da 2024-07-11 20:40:48   AMED - Nexweşê pençeşêrê Mehmet Alî Yaşa yê ku 2 meh beriya cezayê xwe yê 30 salan temam bike hat berdan û ji bo dermankirinê çûbû li Fînlandiyayê jiyana xwe ji dest da.   Girtiyê bi navê Mehmet Alî Yaşa yê ku 74 roj beriya înfaza xwe ya 30 salan temam bike ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Meletiyê hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da. Parêzerê Yaşa ji ber nexweşiya pençeşêra pêşketibû bi daxwaza rawestandina cezayê înfazê serî li Serdozgeriya Komarê dabû û cezayê Yaşa ji bo 6 mehan hatibû paşxistin. Yaşa di 16’ê Sibata 2024’an de hatibû berdan.   Yaşa yê ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê dihat dermankirin 45 roj berê ji bo dermankirinê çû Fînlandiyayê û li wir jiyana xwe ji dest da. Hate hînbûn ku cenazeyê Mehmet Alî  Yaşa wê li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê bê veşartin.