Li Sûrê bi çekan êrişî 2 kafeyan hate kirin 2024-07-12 08:58:29   AMED - Bi çekan û bombeyên deng êrişî 2 kafeyên li navçeya Sûrê hate kirin.    Komekê bi çekan û bombeyên deng êrişî kafeyên bi navê Karga û Hewş ên li Taxa Camî Kebîr a navçeya Sûr a Amedê ne kirin. Di êrişa hate kirin de tiştek bi kesê nehat. Piştî êrişê polîsan li cihê bûyerê lêkolîn kirin.     Hate zanîn ku beriya niha gef li xwediyên kafeyan hatiye kirin. Tê fikirîn ku koma êrişkar nêzî HUDA-PAR’iyên di 22’yê hezîranê de bi hinceta berteka li dijî Îsraîlê êrişî Starbuck û Burger Kîngê kirine ne.