ROJEVA 12’Ê TÎRMEHA 2024’AN 2024-07-12 09:00:05   * Li cerdevanê ku li Elbakê ji ber destdirêjiyê dihat darizandin, 6 sal û 8 meh cez ahat birîn. Parêzer Jiyan Ozkaplan ku bertek nîşanî vê da, got: "Lêpirsîneke çalak nehat kirin. Fail ji ber ku bi unîforma ye, hat parastin."    * Li şaredariya Cizîrê Mîdûriyeta Polîtîkayên Jinê ya ku di dema qeyûm de hatibû girtin, piştî 8 salan hat vekirin. Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan got: "Projeyên me yên li ser jinan berfireh in û demdirêj in. Mudûriyeta me dê ne tenê bi Cizîrê re sînordar bimîne, dê li navçeyan û li gundan jî jinên ku rastî tundiyê tên tespît bike û xebatên xwe bide bide meşandin."    * Meclisa Dayikên Aştiyê ya Silopiyayê bertek nîşanî hevkariya PDK û Tirkiyeyê da û bang li gelê kurd kir ku li dijî xiyanet û êrişan yekitiya xwe ava bike.   * Cotkarên Şemrexê diyar kirin ku ji ber DEDAŞ ceyranê dibire, berhemên wan ên çandiniyê hişk bûne.    * Rêxistinên civaka sivîl dê di çarçoveya kampanyaya “Xurtkirina azadiya lêgerîna maf” de li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Amedê bên gel hev. (12.00)   * Xizmên girtiyan dê bi dirûşma “Tecrîdê bi dawî bikin” li gelek bajaran li pêşiya avahiyên bajar ên AKP’ê çalakiya rûniştinê li dar bixin. (16.30-18.00)   * Li Mêrsîn û Stenbolê dê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê nobet were girtin. (19.00-22.00)