Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê girtî Kaytan dîsa serî li Konseya Ewropayê hate dayîn 2024-07-12 10:45:06 ENQERE - Parêzerê girtî Hayatî Kaytan, Alîşan Şahîn ji bo ku biryara binpêkirinê ya DMME’yê di çarçoveya “mafê hêviyê” de dabû bê pêkanîn dîsa serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê da.  Cezayê muebbeta giran li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye birîn û ji mafê berdana bişert jî bêpar hatiye hiştin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji ber binpêkirina “Mafê hêviyê”, di 18’ê adara 2014’an de ev ceza weke binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) nirxand. DMME’yê da zanîn ku cezayê hefsê yê muebbeta giran, li dijî xala 3’yemîn a PMME’yê ku îşkence û miameleya xerab qedexe dike nirxand. DMME’yê îşaret kir ku biryara heyî “mafê hêviyê” ji holê radike û xwest Tirkiye qanûnê dîsa sererast bike.    JI BO 3 GIRTIYAN JÎ HEMAN BIRYAR HATE WERGIRTIN    DMME’yê pişt re ji bo girtî Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan jî biryarên bi vî rengî da. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku biryarên DMME’yê dişopînê bê ka hatine cîbicîkirin an na, ji bo bingeha “mafê hêviyê” were avakirin, ji Tirkiyeyê xwest ku di qanûnan de sererastkirinan bike û sepanan biguherîne. Ji bo vê jî têkildarî Tirkiyeyê dest bi pêvajoya venêrînê kir. Li gel ku pêvajoya venêrînê hatibû destpêkirin jî, Komîteya Wezîran mijar nexist rojeva civîna xwe û tu biryarên nivîskî jî amade nekir. Li ser vê yekê parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din di çarçoveya prosedura “9.1’ê” de serî li komîteyê da.    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ji bo biryara DMME’yê tavilê bixin rojeva xwe û ji bo cîbicîkirin/venêrîna biryaran, di 29’ê tîrmeha 2021’ê de di çarçoveya prosedura “9.2’yan” de bi awayekî nivîskî serî li Komîteya Wezîran da.    Komîteyê, piştî serlêdanê mijar xist rojeva xwe. Komîteyê, di 30’ê mijdarê-2’yê kanûna 2021’ê de civîna xwe li dar xist. Di civînê de komîteyê têkildarî agahdariyên rêxistinên civaka sivîl ên li Tirkiyeyê û cîbicîkirina biryaran agahî xwest.   TIRKIYEYÊ ÎDİA KIR KU ‘BINPÊKIRIN’ NÎNE   Tirkiyeyê di 7’ê îlona 2021’na de bersiv da û îdia kir ku ji sala 2009’an heta niha li Îmraliyê tu binpêkirin tune ne. Tirkiyeyê hişyariyên ji bo “mîsogerkirina mafê hêviyê” û “guhertinên têkildarî rejîma înfazê ya cezayê muebbeta giran” jî jinedîtî ve hat û bêbersiv hişt. Tirkiyeyê tenê rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) yên têkildarî şert û mercên fîzîkî yên Girtîgeha Îmraliyê esas girt.   Rêxistinên mafên mirovan û yên hiqûqê, piştî îdiayên Tirkiyeyê di 12’ê cotmehê de agahî dan Komîteya Wezîran. Di serlêdanê de hat gotin ku Tirkiyeyê di bersiva xwe de têkildarî “Mafê hêviyê” cih nedaye tespîtên girîng ên DMME’yê, ji bo bicihanîna biryaran tu gav nîqaş nekiriye û li şûna vê agahiyên manîpulatîf parve kiriye.   ‘MÛAF’ HATE GIRTIN   Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo bicihanîna biryarên DMME’yê, di 9’ê tebaxa 2022’yan de careke din serî li Komîteya Wezîran da. Li ser vê serlêdanê, Tirkiyeyê bersiv da û got: “Pêkane ku hikûmxwariyên cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn bişert bên tehliyekirin lê belê hinek sûcên îstîsnaî ji vî mafî mûaf hatine girtin.” Tirkiyeyê di bersiva xwe de li xwe mikûr hat ku Abdullah Ocalan ji “mafê hêviyê” bêpar hatiye hiştin.   PIŞTÎ 3 SALAN DI ROJEVA KOMÎTEYÊ DE YE    Di civîna meha hezîranê ya Komîteya Wezîran de biryar hate dayîn ku dosyaya komî ya ku Abdullah Ocalan jî di nav de ye, dîsa bigirin rojeva xwe. Komîteya Wezîran dê di civîna di navbera 17-19’ê îlonê de kontrol bike bê ka biryara binpêkirinê û pêdiviyên wê yên DMME’yê hatine bicihanîn an na.    GEŞEDANÊN DERBARÊ KAYTAN DE    Yek ji girtiyê ku DMME’yê derbarê wî de biryara “binpêkirinê” da û komîteyê dosyaya wî girtiye rojeva xwe jî Kaytan e. Kaytan, piştî ku li Sûriyeyê hate binçavkirin di 15’ê tebaxa 2003’yan de radestî Tirkiyeyê hate kirin. Kaytan di doza jê dihate darizandin de cezayê darvekirinê lê hate birîn. Lê pişt re ev ceza veguherandin cezayê hefsê yê muebeda girankirî.    Kaytan bi rêya parêzerên xwe biryar bir DMME’yê. DMME’yê weke biryarên ji bo serlêdanên têkildarî Rêberê PKK’ê û girtiyên din dabûn ji bo vê serlêdanê jî biryara “binpêkirinê” da. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya biryarên DMME’yê kontrol dike, demekî dirêj têkildarî van biryaran tu kirarî nedan destpêkirin. Kaytan ji bo biryara DMME’yê bê pêkanîn û biryara berdanê di 27’ê cotmeha 2022’yan de serî li Dadgeha Înfazê ya Bolûyê da. Lê dadgehê daxwaz qebûl nekir.    PARÊZERAN SERÎ LI KOMÎTEYÊ DAN   Parêzerê Kaytan, Alîşan Şahîn di demekî nêz de ji bo ku biryarên DMME’yê bên pêkanîn serî li Komîteyê dan. Di serlêdana ku bal kişand ser geşedanên têkildarî Kaytan de, hate destnîşan kirin ku Tirkiyeyê biryarên DMME’yê heta niha neanîne bicihanîn.    NERAZÎBÛNA DIJÎ KOMÎTEYÊ    Di serlêdanê de hat bibîrxistin ku komîteyê heta îro tenê di 2021’an de mijarê kiriye rojeva xwe û ji bilî vê tu karûbarek din nehatiye kirin. Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku ji bo biryara “binpêkirinê” were sepandin komîteyê zextan li Tirkiyeyê nekiriye.    DAXWAZ    Di serlêdanê de cih dan gelek daxwazan. Daxwaz wiha ne:    “*Ji bo binpêkirina serlêdana serlêder Hayatî Kaytan bi nêrînên şexsî û giştî bê çareserkirin însiyatîf girt û di vê mijarê de divê bang li hikûmetê bê kirin.    * Daxwaz ji hikûmeta biteref dikin ku di derbarê serlêder de 'Plana Çalakiyê' ya nû pêşkêş bike ku dê bi rastî binpêkirina ku di biryara DMME’yê de hat destnîşankirin ji holê rabike.   * Bi rêkûpêk dosyaya ku binpêkirin e, ku di pêvajoya çavdêriyê de ye, di rojeva civînên heftane û demkî û/an salane yên asayî yên Komîteya we de li ser asta Balyozan bigire rojeva xwe.    * Tevlikirina nûnerên welatên endam di rojeva Komîteya we de, dabîn bikin ku pirsgirêk bi mekanîzmayên cuda bi awayek baldarî tê şopandin.    * Ji bo komîteya we di têkiliyên dîplomatîk ên du alî de di rojeva xwe de bigire.    * Ji bo hînkirina ku binpêkirin çiqas hatiye halê sîstematîk, divê ji hikûmeta biteref ji nûve hemû agahiyên aktûel ên statîstîkî daxwaz bike.    * Ew ê şêwaza înfazê ya 'girtî ya heta hetayê di hepsê de bimîne' ku bûye sedema binpêkirinê ji holê rabike û piştrast bike ku înfaz di nav hinek deman de ji nû ve bê vegerandin. Ji ber vê yekê jî ji bor ê li ber berdana girtî bê vekirin û mafê wî yê serbestberdanê çêbike û ji bo mekanîzmayek ev derfeta hêviyê pêk bîne daxwaz ji we tê kirin ku bang li hikûmetê bê kirin.    MA / Firat Can Arslan