Parlamenterê Iraqî: Li dijî êrişan gavên baş nayên avêtin 2024-07-12 12:03:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê Hevpeymana Dewleta Yasa Eqîl Fetlawî diyar kir ku li dijî êrişên dewleta tirk ku serweriya Iraqê binpê dikin, gavên baş nayên avêtin.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Kurdistana Federe zêde dibin. Parlamenterê Hevpeymana Dewleta Yasa Eqîl Fetlawî derbarê êriş û dagirkeriya dewleta tirk ya li ser Herêma Kurdistanê û helwesta parlamentoya Iraqê ya li dijî êrişan, ji Rojnewsê re axivî.   HIKUMETA HERÊMA KURDISTANÊ RÊ NADE IRAQ KONTROLÊ BIKE   Eqîl Fetlawî êrişên dewleta tirk ên li ser serweriya axa Iraqê weke binpêkirinê bi nav kir û got; “Divê ev mijar bi serkirdeyên ewlekarî, Wezîrê Parastin û Wezîrê Karê hindir re bê axaftin. Lê heya niha jî ev yek pêk nehatiye. Hikumeta Herêma Kurdistanê rê nade hêzên Iraq û Artêşa Iraqê, ji bo kontrolkirina sînorên welat biçe wan herêman. Ev jî hêza Iraqê li beramberî Tirkiyeyê lewaz dike.”   Parlamenter Eqîl Fetlawî destnîşankir ku êrişên Tirkiye yên ser axa Iraqê bûye sedema nerazîbûna welatiyan, her wiha ji bo ku Tirkiye serweriya Iraqê binpê neke, endamên parlamentoyê pêngavên cidî û rast ne avêtine.   Di dawiya axaftina xwe de Fetlawî got; “Li gorî min ji bo ku hêzên Tirkiye bên nav xaka Herêm û Iraqê, ti lihevkirinek siyasî yan jî leşkerî pêknehatiye.”