94 sal bi ser komkujiya Geliyê Zîlan re derbas bûn: Hin wêneyên komkujiyê ku nayên zanîn 2024-07-12 12:59:51 WAN - Dîrokzan Sedat Ûlûgana hin wêneyên Komkujiya Zîlanê ku nayên zanîn bi ajansa me re parve kir.    Îro salvegera Komkujiya Geliyê Zîlan e. Geliyê Zîlan li navçeya Erdîşê ya Wanê ye. Artêşa tirk di 12’ê Tîrmeha 1930’yî de komkujiyek giran pêk tîne. Bi ser komkujiyê re 94 sal derbas bûn. Tê gotin di komkujiyê de ji 15 hezar zêdetir mirovên kurd hatine kuştin. Dîrokzan Sedat Ûlûgana ku ew bi xwe jî ji Geliyê Zîlan e salên dirêj in li ser komkujiyê lêkolînê pêk tîne. Sedat Ûlûgana gelek wêneyên têkildarî komkujiyê ku nayên zanîn bi ajansa me Mezopotamyayê re parve kir.    Dîrokzan Ûlûgana têkildarî komkujiyê nirxandinan kir û komkujiyê wek “Qirkirina kurdan a ewil a sedsala 20'emîn” pênase kir. Ûlûgana bi hevoka “Simbil jî hatin tunekirin” qala Komkujiya Zîlanê kir. Ûlûgana destnîşan kir ku komkujî ji hêla “Rejîma Kemalîst ve hatiye kirin û parçeyek qirkirina kurdan e” û tiştên qewimîn di heman demê de jenosîd e.  Hin jin û zarokên ku ji komkujiyê reviyane û hatine li navçeya Erdîşê bicih bûne. Wêne ji arşîva polîtîkek ku di komkujiyê de cih girtiye hatiye bidestxistin.    'DEWLET ARŞÎVA KOMKUJIYÊ VEDIŞÊRE’   Ûlûgana da zanîn ku li gorî medya tirk a wê heyamê ku ragihandiye di komkujiyê de herî kêm 15 hezar mirovên kurd hatine kuştin û wiha got: “Çapemeniya Ewropa û Amerîka hejmarên cuda der barê jenosîdê de dide û bi sernavê “Kemalîstan heyfa têkçûna Agiriyê ji jin û zarokan girt’ ragihand. Ev hejmar di navbera 10 hezar û 45 hezaran de diguhere. Dewlet bi xwe faîlî komkujiyê ye û 94 sal in arşîva xwe ya jenosîdê mîna sirekî dewletê vedişêre. Tu belgeyekî eşkere nake. Lê belê tiştên ku mexdûr û şahidên komkujiyê vedibêjin, hovîtî û mezinahiya komkujiyê radixe ber çavan.”    'ESMAN SOR BÛN Û EWR DIGIRIYAN’    Ûlûgana destnîşan kir ku “Berovajî tiştên tên zanîn, dîroka bikaranîna çekên îmhakirina girseyê ya artêşa Kemalîst, heta sala 1930’an dirêj dibe” û berxwedêr vedikişin Zîlanê û balafirên wan dişopînin komkujiyê pêk tînin. Ûlûgana wiha dibêje: “Bombeyên şewatê hatine barandin û berxwedêr û sivîlan şewitandine û tune kirine. Ji gundê Cergeşînê Eliyê Sertîp, ji gundê Exisê Ozman û ji gundê Hêrîşo Vahdetîn Tulmaç ji bombebaranê sax xelas dibin û şahidên komkujiyê ne. Rojnameya Cumhuriyetê bi zimanekî ku qey tu yê bêjî ka heyfê ji kê girtine nivîsandiye. Balafir bi ser berxwedêran re derbas dibin û diçin gundan bombebaran dikin. Ji esmanan agir bi ser gundan de hatiye barandin. Ahmet Yildiz ê ji gundên Şahbazarê ku şahidê komkujiyê ye, digot; ‘Esman sor bûn û ewr digiriyan. Hêsirên çavan jî dibûn pêt û çirûsk’. Ji wê mehşerê her zindî para xwe girtiye. Li gorî raporên serfermandariya giştî ya tirk; ‘kurdan xwe dixist cilgê mihan’. Keriyên pez û çêlekan jî hatine bombebarankirin. Bizmar û parçeyên hesinên biçûk ku tûj bûn bi ser keriyên pez û garana çêlekan de hatine barandin. Ji ber wê yekê ye hê jî li herêmê ji bizmaran re dibêjin, ‘golikkuj’.”   Hin berxwedêr û leşkerên ku dîl hatine girtin. Di wêne de tê gotin ku ew dîlgirtiyên di wêne de yek ji wan xelas nebûye.    '80 GUND HATIN ŞEWITANDIN’    Ûlûgana destnîşan kir ku li Zîlanê nêzî 80 gundan hatine şewitandin û talankirin her wiha li navçeya Panosa Agiriyê û li navçeyên Ebex û Bêgiriyê yên Wanê jî 26 gund ji esmanan ve hatine bombebarankirin û hemû rêyên ku diçin Geliyê Zîlan hatine girtin û destûr nehatiye dayîn kes bikevê û jê derkeve. Ûlûgana anî ziman ku ewilî ji hezarî zêdetir berxwedêrên kurd rêz dikin û didin ber guleyan û got: “Di meha tîrmehê de hin gundên kurdan derketine zozanan. Hin gundan jî pişta xwe dane çiyayan û li bendemayînê bûn. Şebab Kandemîr ê ku dema komkujiyê zarok bûye û du sal berê rehmet kiriye, digot ku ‘leşker wek lehiyê bi ser Zîlanê ve dihatin û min jî lê temaşe dikir’. Her wiha apê Şebab digot, ‘Ji 15 hezarî zêdetir jin, zarok û extiyar bi hev ve hatin girêdan û wan dan ber agirê mîtralyozê (tifingên makîneyî yên otomatîk). Zarokên di hemla diya xwe de hatin singûkirin. Debrên me hatin şewitandin. Bîrên avê bi betonê hatin tijekirin. Leşkeran bi kuçikên xwe kuçikên şivanan didan fetisandin û kuştin’. Ev hemû gotin peyva jenosîdê biçûk dihêle jî.”  Yek ji wêneyê komkujiyê ku nayê zanîne. Ûlûgana ev wêne ji muzayedeyekê kirî û reng dayê. Di wêneyî de leşker û zarokên ku ji komkujiyê sax xelas bûne hene. Aqûbeta zarokan nayê zanîn.    ‘HEMÛ ZAROKÊN SAX XELAS BÛN HATIN KUŞTIN’    Ûlûgana, anî ziman ku fermandarê Komkujiya Zîlanê Albay Derwîş bû û da zanîn ku albay bi taybetî xwest zarokên kurad ên ji komkujiyê xelas bûne bikuje. Ûlûgana, destnîşan kir ku gelek caran hate bilêvkirin ku zarokên kurd dê mezin bibin û tola Zîlanê hilînin û wiha domand: “Zayenda zarokên jinên kurd ên ducanî tê mereqkirin. Soz didan leşkerên ku bikarin zikê jinên ducanî qul bikin dê 40 rojan destûra îstîrehetê bidin wan. Huseyîn Yildiz ê ji gundê Ziyareta Baso ya Erdîşê digot ku di serdema komkujiyê de di bin banê parartêşê (kolordû) ya li Amedê de leşker bû. Huseyîn Yildiz ji ber leşkerê ji herêmê ye didin alaya Derwîş bey. Yildiz, bûyera dermirovî ya li gundê Çakirbegê jê re bû şahid wiha vegot; ‘Derwîş Bey bi gotina ‘Bila dilxwazekî ku zikê vê jinê qul bike û bîjiyê tê derxîne derkeve’ qîr kir. Çend caran bang kir, deng ji leşkeran derneket. Li ser vê yekê got ‘Ji kesê ku vî karî bike re 40 roj destûr mukafat’ heye. Leşkerek bi awayekî dilxwaz derket, zikê jina reben ku ji her du destên wê hatibû girtin bi sunguyê qûl kir. Zarok dijiya. Leşkeran zarok jî sungu kir û kuşt.’ Milîs jî beşdarî van hemû komkujiyan bûn.” Leşkerên ku piştî komkujiyê ketin Gola Wanê û keyf kirin.    ÇI QEWIMÎ BÛ   Bi ser Komkujiya Geliyê Zîlan ku yek ji komkujiya herî mezin a li dijî kurdan derbasî dîrokê bû re 94 sal derbas bûn. Di 12’ê tîrmeha 1930’yan de li Geliyê Zîlan ê navçeya Erdîş a Wanê bi deh hezaran kurd hatin qetilkirin. Gundên Hesenebdal, Exs, Kelle, Qizil Kilîse, Zorova, Binesî, Bunizî, Pelex û Kerx di nav de nêzî 80 gund hatin şewitandin û kesên ji komkujiyê sax xelas bûn jî şandin sirgunê.    Piştî ku Biroyê Heskî Têlî di sala 1926’an de li Çiyayê Agiriyê serî rakir, Rêxistina Xoybûnê ya li Lubnanê hatiye avakirin di sala 1929’an de tev li serhildanê dibe. Xoybûn, ji bo ku serhildêrên bi awayekî belav kom bike Seyîd Resûl ê ji Eşîreta Berzenciyan dişine Geliyê Zîlan. Seyîd Resûl bi koma 400 kesan a pê re Erdîşê dorpêç dike. Piştî şer û pevçûnên dem dirêj serhildêrên bi paş ve çûn, derbasî Îranê dibin. Li ser vê yekê Derwîş Bey ê weke serpel li Erdîşê wezîfedar e, mufrezeya xwe digire û Geliyê Zîlanê dorpêç dike. 44 gundên li herêma Zîlanê yên ji aliyê leşkeran ve ketin û derketina wan hatin girtin tên şewitandin. Piştî ku gund hatin şewitandin, bi hezarn kes bi awayekî komî bi çekên makîneyî tên gule barankirin û tên qetilkirin, kesên sax dimînin jî tên sirgunkirin. Dest deynin ser sewal û mal û milkên gundiyan.    Gundiyên ku ji bin cenazeyan sax derdikevin û direvin, demekî dirêj neçar dimînin ku bi awayekî qeçax bijîn. Her çiqas hejmara kesên li Geliyê Zîlan hatine qetilkirin weke 15 hezar hatibe diyarkirin jî şahidên demê û hin çavkaniyên cuda dibêjin ku hejmara rast zêdetirî 40 hezaran e.     MA / Rûken Polat