Şaredariya AKP'ê pirsgirêkê red kir, şaredariya DEM Partiyê çareser kir 2024-07-12 13:08:22   ŞIRNEX - Şaredariya Qilebanê ya di bin rêveberiya AKP'ê de xizmet û alîkariya gel nake. Xelkê serî li şaredariya Gundikê Melê ya DEM Partiyê dan û ev şaredarî li hawara xelkê çû.    Di hilbijartina xwecihî ya 31'ê Adarê de li navçeya Qileban a Şirnexê bi dengên leşkerên ku li navçeyê hatibûn bicihkirin şaredariya navçeyê careke din ji aliyê AKP'ê ve hat bidestxistin. Şeniyên taxa Repin a navçeyê ev nêzî heftiyekê ye ji ber ku lavabo û daşirên wan xetimîne daxwaza vîdanjorê ji Şaredariya Qilebanê kirin. Lê belê şaredariyê bi îdiaya ku vîdanjor xera bûye, xizmeta şêniyên taxê nekir û ev pirsgirêka wan çareser nekir. Piştî ku daxwaza xelkê ji aliyê şaredariya AKP'ê ve hat redkirin, welatiyan vê carê li rêbaza çareseriyê geriyan û serî li Şaredariya Bajarokê Gundikê Melê ya di bin rêveberiya DEM Partiyê de ye dan. Hevşaredarên Gundikê Melê û tîmên şaredariyê li hawara xelkê Qilebanê çûn û pirsgirêka welatiyan çareser kirin.    ŞAREDARIYA DEM PARTIYÊ LI HAWARA WELATIYA ÇÛ    Yek ji şêniyên taxê Ekrem Yaman ê ku ev hefteyeke ji şaredariya AKP'ê alîkariyê dixwaze diyar kir ku her çendî gelek caran serî li şaredariyê dane jî bi awayekî çareserî nêzî pirsgirêka wan  nebûne û got: " Ev şaredarî alîkariya me nake. Di serdemên berê de jî ev kes li vir serokê şaredariyê bû û bi heman rêbazî nêzikî me dibû. Ev heftiyeke ku em bi vê pirsgirêkê re rû bi rû mane. Ji bo çarserkirina pirsgirêkê em li şaredariyê geriyan şaredariyê ji me re got, 'wesayita me xera bûye, ji ber wê nikare bê'. Çi pirsgirêkên me çêdibin, şaredarî çareser nake. Em jî li şaredariya Gundikê Melê geriyan û yekser hatin û pirsgirêka me re çareser kirin."   Hevşaredarê Gundik Melê Ferît Artuç jî diyar kir ku dema welatiyan xwe gihand wan ji bo alîkariyê çûne navçeyê û wiha got: "Em li ser daxwaza welatiyan çûn navçeyê. Lavaboyên wan xitimî bûn. Em bi ekîbên xwe ve çûn û me  çareser kir. Ji şaredariya AKP'ê daxwaza alikariyê kirine, lê nehatiye çareserkirin, em çûn navçeyê û me pirsgirêka welitiyan çareser kir."