Dîmenê helîkoptera Skorsky ku hatibû xistin hat weşandin 2024-07-12 13:09:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Gerîla TV dîmenê xistina helîkoptera bi tîpa Skorsky weşand. Helîkopter di 10'ê tîrmehê de li Girê Baharê hatibû xistin.   Li gorî nûçeya ANF'ê ku spartiye daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê; dîmenê helîkoptera bi tîpa Skorsky ku şeva 10'ê tîrmehê li Girê Bahar hatibû xistin, hat weşandin. Li ser mijarê ev agahî hat dayîn: "10'ê tîrmehe saet di 23:40'î de helîkoptereke Skorsky a artêşa Tirk a dagirker, dema dixwest hêzên xwe li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê daxîne, bû hedefa sûîqesta hêzên me. Helîkoptera ku derba giran xwar, ket. Cihê ku helîkoptera Skorsky lê ket, bi helîkopterên êrişê hate bombekirin."