Li Nisêbînê mirina biguman 2024-07-12 13:10:00   MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê Şehmûs Dildar Keskîn ê 18 salî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    Li Sûka Qaçaxçiyan a li Taxa Mor Yakûp a navçeya Nisêbîn a Mêrdînê Şehmûs Dildar ê 18 salî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs hatin cihê bûyerê. Tîmên hatin cihê bûyerê bi cenazeyê Keskîn re rûbirû man.    Cenazeyê Keskîn ê hate îdiakirin ku bi çekê întîhar kiriye bi ambûlansê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.    Têkildarî bûyerê lêkolîn hate destpêkirin.