Polîsan bi ser mala Beyoglû yê AKP’î de girtin 2024-07-12 13:12:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan bi ser mala qeyûmê Şaredariya Rezanê yê berê Huseyîn Beyoglû ku heta niha 2 caran ji ber nelirêtiyê hatibû binçavkirin û 11 malên girêdayî wî de girtin. Di serdegirtinê de gelek zêr, dovîz û çekên bêrûxset hatin desteserkirin.    Qeyûmê Şaredariya Rezan a Amedê Huseyîn Beyoglû ji ber nelirêtî û bertîla di dema peywirê de kiribû, heta niha du caran hatiye binçavkirin û doza derheqê wî de hêj didome. Polîsan şevê din bi ser mala Beyoglû û cîgirê wî yê berê Siddik Aycil û 10 malên girêdayî wan de girtin. Di dema serdegirtinê de lêgerîn hate kirin û gelek zêr, dovîz û çekên bêrûxset hatin desteserkirin.    Piştî lêgerîna li malan, kesên binçavkirî ji bo îfadeyê birin emniyetê. Hat zanîn ku yek ji kesa hatiye binçavkirin jî hevjîna Beyoglû, Durdane Beyoglû ye ku tê îdiakirin mal û milkê bi rêya nelirêtî û bertîlê hatiye bidestxistin fermî kiriye.    Derket holê ku Durdane Beyoglû dema di Baskê Jinan a AKP’ê de dixebitî, li ser medyaya dijîtal gelek caran parvekirinên ku pesnê Wezîrê Karên Hundir ê berê Suleyman Soylu dide, kiriye.