Serokê Tevgera Babilyon: PDK rê dide artêşa Tirkiyeyê 2024-07-12 14:00:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Tevgera Babilyon da zanîn ku PDK rê li hêzên Tirkiyeyê vedike ku bêne nav xaka Herêma Kurdistanê û got: “Tirkiye nikare bê nav parêzgeha Nînova yan herêmek din ya dibin desthilatdariya Hikumeta Federal de.”   Serokê Tevgera Babilyon Reyan Kildanî derbarê hevkariya PDK’ê ya ji bo Tirkiyeyê ji medya Iraqê re axivî.   Reyan Kildanî da zanîn ku PDK û Hikumeta Herêma Kurdistanê rê didin Tirkiyeyê ku bê nav xaka Herêma Kurdistanê. Reyan vê hevkariya PDK’ê ya ji bo Tirkiyeyê şermezar kir û got: “Tirkiye nikare bê nava parêzgeha Nînova yan herêmek din ya dibin kontrola Hikumeta Federal de.”   Serokê Tevgera Babilyon Reyan Kildanî got ku ew amadeye cil û bergên leşkerî li ber xwe bike û dijî hêzên Tirkiyeyê şer bike da ku nekevin nav sînorê Nînovayê.   Kildanî di dawiyê de jî wiha got: “Ji bo dagirkirinê, hêzên Tirkiyeyê ti rêyek ji bo bên nava herêmên dibin kontrola Hikumeta Federal de, nedîtine. Divê em hemû parastina serweriya xaka Iraqê bikin.”