Balafirên şer devera Biradostê bombebaran kirin: 2 welatî birîndar bûn 2024-07-12 15:16:01 NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Tirkiyeyê devera Biradostê bombebaran kirin û 2 welatî birîndar bûn.   Li gorî nûçeya RojNewsê; balafirên şer ên Tirkiyeyê bombe li zozanên Lolan û Çiyayê Şekiwyanê yên li qada Biradostê barand. Hate ragihandin ku di encama êrişê de 2 gundiyên wê deverê birîndar bûn.   Ji ber ku êriş li deverê dewam dikin, hat zanîn tîmên tenduristiyê nikarin xwe bigihînin birîndaran.   Hat ragihandin ku balafirên şer ên Tirkiyeyê gundên Dihokê jî bombebaran kirine û nayê zanîn bê ji ber êrişan tiştek bi kesî hatiye yan na.