Jina ku 20 roj in winda ye bi awayekî qetilkirî hate dîtin 2024-07-12 15:51:43   STENBOL - Jina bi navê E.A. ku beriya 20 rojan derbarê wê de serlêdana windabûnê hatibû kirin, bi awayekî qetilkirî hate dîtin.    Jina bi navê E.A. ya 23 salî ku li navçeya Beylîkduzu ya Stenbolê derbarê wê de serlêdana windabûnê heye, bi awayekî qetilkirî hate dîtin. Têkildarî qetilkirina E.A. ya di bîreke qadeke avahiyê de hate dîtin kesek hate binçavkirin.    Cenazeyê E.A.’yê ku malbata wê beriya 20 rojan serlêdana windabûnê li midûriyeta polîsan kiribû, birin Saziya Tiba Edlî (ATK).    Têkildarî bûyerê lêpirsîn berdewam dike.