Ji bo nûçeya nûçeya destdirêjiyê biryara astengkirinê 2024-07-12 20:16:00   MÊRDÎN - Li şaxa komeleya aydê AGD’ê destdirêjî li 13 zarokan hatibû kirin. Der barê nûçeyên destdirêjiyê de biryara astengkirinê hat dayîn.   Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê li şaxa Komeleya Ciwanan a Anadolu (AGS) kesê bi navê M.S.D destdirêjî 13 zarokan kiribû. Ji bo nûçeyên der barê destdirêjiyê de biryara astengkirinê hat dayîn.   Rupela înstagramê ya Ajansa Mezopotamya (MA) û malpera nûçeyan a Guneydogu Ekspres ku nûçeyên der barê mijarê de weşandibûn ji aliyê Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Civakî ya Mêrdînê ve hat astengkirin. Hinceta biryarê jî wek ‘parastina fêdeya zarok’ hat nîşandan.