Li Bagokê liv û tevgera helîkopteran 2024-07-12 20:49:09   MÊRDÎN - Li herêma Çiyayê Bagokê ku operasyon lê hatiye destpêkirin, tevgera helîkopterên leşkerî heye.   Li herêma bejahî ya Çiyayê Bagokê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê tevgera helîkopterên leşkerî heye. Gelek helîkopterên ku ji leşkergeha Cevatpaşa ya artêşa Tirk a li navçeya Mîdyadê rabû, ber bi herêma Çiyayê Bagokê ve diçin.   Hate hînbûn ku li herêmê tevger didome.