ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-13 09:00:01 * Hevberdevkê DBP’ê yê Herêma Marmarayê û nivîskar Mevlut Aykoç diyar kir ku divê her kes li ber êrişên li ser başûrê Kurdistanê rabin û bang li rêxistinên Kurdistanê kir ku li dijî êrişan bi hev re tevger bikin.    * Rojnamevan Zeynep Boran, armancên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe nirxandin û got: "Tirkiye ji aliyekî ve komên paramîlîter ên ku li eniya şer nikarîbû kontrol bike wê ji holê rake û li aliyê din jî wê komên çete yên li pêşiya lihevkirina bi rejîma Sûriyeyê re asteng in ji holê rake."   * Rêveberê Komeleya Lêkolîn û Piştevaniyê ya 78’an Huseyîn Bariş ê ku şahidê Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê ye got: “Têkoşîna me ya demokratîk ku li cîhanê belav bûye, encama berxwedana 14’ê Tîrmehê ye. Çarenûsa vî gelî wê çaxê hat guhertin.”    * Endamê NÇM'ê Engîn Cengîz ku bi berhema xwe berxwedêrên rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê ya li dijî îşkenceya li Girtîgeha Hejmara 5'an a Amedê hatibû destpêkirin bi bîr anî, diyar kir ku berxwedana li vir dest pê kir bi civakbûyînê re mezin bû.   * Çalakî û xwepêşandanên ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek welatên dinyayê berdewam dikin. Di 14’ê Tîrmehê de wê li gelek bajarên Almanya bi girseyî tecrîd were protestokirin.    * Girtî Yakûp Akman ê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de ketibû çalakiya greva birçîbûnê xistin hucreya yek kesî. Dayik Fince Akman wiha got: “Ji vê dewletê hêviyeke me nîne, bila serokatiya me û zarokên me bidin bes e.”   * Dayika hunermend Nûdem Durak a ji ber stranbêjiya bi kurdî hat girtin Xecê Durak diyar kir ku nexweşiya keça wê lê belav dibe û got: "Divê demildest bê berdan. Nikare di girtîgehê de bimîne.”    * Di meha dawî de 16 girtiyên siyasî yên li girtîgehên Îzmîrê, bêyî haya wan jê çêbibe bi awayekî kelemçekirî sewqî girtîgehên din hatin kirin. Parêzera OHD'î Eylem Zengînê diyar kir ku kesên hatine sewqkirin 30 sal in girtî ne û sewqî girtîgehên nû hatine vekirin hatine kirin.   * Waniyan anî ziman ku krîza aborî xizaniya 30 sal berê aniye serê wan û gotin: "Sedema xirabbûna aboriyê jî diziya li welêt e."   * Hevserokên Giştî yên DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir  têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê dê li Buroya Şêwirmendiyê ya DBP'ê ya li Amedê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00) ZINDÎ   *  Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê dê li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiya "Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin" berdewam bikin. (12.00)   * Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta xizmên xwe bipirsn û faîl bên darizandin wek her hefteyê dê di hefteya 1007'an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. (12.00)   * Platforma Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê têkildarî êrişa çekdarî ya li ser du cafeyên li navçeya Sûra Amedê dê li ber cafeyan daxuyanî bide. (13.00)   * Şaxên ÎHD'ê yên Stenbol, Enqere û Îzmîrê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiyên heftane li dar bixin. (13.30)   * Çalakiyên nobedê ya li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê li Stenbolê hatiye destpêkirin dê berdewam bike. (18.00-22.00)    * Rêxistinên Ciwanan ji bo salvegera Komkujiya Pirsûsê dê li Cadeya Sakaryayê ya Enqereyê çalakiya "Xeleka Edaletê" li dar bixin. (18.00)   * DEM Partî li Cizîrê dê ji avahiya partiyê heta ber avahiya şaredariyê "Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re" li dar bixe. (20.30)