Nexweşiya hunermenda girtî Nûdem Durak lê giran dibe 2024-07-13 09:02:17 ŞIRNEX - Dayika hunermend Nûdem Durak a ji ber stranbêjiya bi kurdî hat girtin Xecê Durak diyar kir ku nexweşiya keça wê lê belav dibe û got: "Divê demildest bê berdan. Nikare di girtîgehê de bimîne.”    Hunermenda kurd Nûdem Durak (35) di 22’ê nîsana 2015’an de ji ber ku bi kurdî striye hat girtin û ji  2 dozên cuda de bi giştî 19 sal cezayê hepsê lê hat birîn. Durak a ku piştî hat girtin li girtîgehên Amedê û Mêrdînê hat ragirtin, piştre wê sewqî Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Bayburtê hat kirin. Durak ku 8 sal in di Girtîgeha Bayburtê de ragirtî ye nexweşiyên Graves (guatira bi jehrî) û nexweşiya hestî lê lê peyda bûne. Ji bo Nûdem Durak bê berdan hem li Kurdistanê û hem jî li derveyî welat gelek hunermendan kampanya dan destpêkirin û daxwaziya azadiya wê kirin.    Durak li bajarokê Dêrgûlê ya Şirnexê ji dayik bûye û ji bavê xwe yê dengbêj Silêmanê Sofî (Suleyman Durak) fêrî stranbêjiyê dibe. Ji ber ku bi kurdî stran gotine, gelek caran gefa girtinê jî lê hatiye xwarin. Cara yekem di sala 2012'an de ji ber stranên gotiye, hatiye girtin û piştî ku hatiye berdan hê dem di ser de derbas nebûye careke din hatiye girtin. Durak beriya bê girtin jî herî dawî dema li Navenda Çandê ya Mem û Zînê ya di bin baneyê Şeredariya Cizîrê de xebat dimeşand dersên defê dida şagirtan. Durak a ku tevî nexweş e jî nayê berdan roj bi roj nexweşiyên wê lê zêde girantir dibin. Dayika Durak, Xecê Durak ji ber mesafeya dûr salê tenê carekî diçe keça xwe dibîne. Durak diyar kir ku keça wê ji ber stranên kurdî gotiye hatiye girtin û bang li hûnermendan kir ku piştevaniya wê bikin.    'JI BER ZIMANÊ DAYIKÊ HAT CEZA KIRIN'   Durak bertek nîşanî cezakirina ji ber stranên kurdî li keça hatiye birîn da û got ku keça wê ji ber zimanê dayikê hatiyê cezakirin. Durak da zanîn ku ji ber dûr bûnê ew salê tenê careke dikarin biçin hevdîtina keça xwe û wiha axivî: “Ji ber dûr e em nikarin biçin girtîgeha Bayburtê. Dema em diçin jî di rê de nexweş dikevin. Hem ji aliyê aborî ve hem jî ji aliyê çûn û hatinê ve zahmet e. Dema ku em diçin hevdîtinê divê em sê rojan li wir bimînin. Mayina li otêlê ye û ev jî mesrefek cuda ye. Em dikarin salê carekê herin hevdû bibînin. Herî dawî di meha nîsanê de em çûn hevdîtinê. Heftê rojek jî li ser telefonê 8 deqîqe dikare biaxive.”   'NIKARE JI GIRTÎGEHÊ BI SAXÎ DERKEVE’   Durak anî ziman ku nexweşiya keça wê her ku diçe zêdetir û girantir dibe û xwest keça wê bê berdan û wiha got: "Ji bo dermankirinê wê dibin nexweşxanê lê ji Beybûrtê heta Erziromê destê wê bi kelemçekirî dibin. Ji bo rek û pêk tedawiya wê bê kirin divê demildest bê berdan. Heke ku bi vê nexweşiyê di girtîgehê de bimîne nikare ji girtîgehê bi saxî derkeve. Di her hevdîtinan de jî ji me re dibêje ku ew pir zahmetiyan dikişîne. Hevalên li cem wê pê re eleqedar dibin. Rewşa wê her ku diçe xerabtir dibe. Tevî nexweşiya xwe jî nayê berdan."   'DIVÊ TU HUNERMEND VÎ CEZAYÎ QEBÛL NEKIN’    Durak di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku keça wê ji ber stran gotiye hatiye girtin û ev banga piştevaniyê li hûnermendan kir: "Banga min li hemû hûnermendên cihanê ev e ku xwedî li Nûdemê derkevin. Ew stranbûj bû, karê wê tenê huner bû. Nûdem jî stranbêj bû weke her hunermendî stran digotin. Divê tu hunermend vî cezayî qebûl nekin. Nexweşiya wê giran e bi vê nexweşiyê nikare di girtîgehê de bimîne. Ji bo Nûdem bê berdan divê hemû hûnermend jî bikevin nava liv û tevgerê. Yên ku mirovan qetil dikin berdayî ne û serbest in lê Nûdem tenê ji ber stranan hatiye cezakirin.”    MA / Mahmut Altintaş