Dayika girtiyê xistine hucreya yek kesî: Em Serokatî û zarokên xwe dixwazin 2024-07-13 09:04:21 STENBOL - Girtî Yakûp Akman ê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de ketibû çalakiya greva birçîbûnê xistin hucreya yek kesî. Dayik Fince Akman wiha got: “Ji vê dewletê hêviyeke me nîne, bila serokatiya me û zarokên me bidin bes e.”   Yakûp Akman ê ku dema şewata di 19’ê îlona 2019’an de li Daristana Aydosê ya li Pendîka Stenbolê derket, li tîmên agirkujiyê û polîsan geriya û ew agahdar kirin pişt re bi hinceta wî şewat derxistiye hate girtin û cezayê hefsê yê muebedê lê hate birîn, bi hinceta ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de ketibû çalakiya greva birçîbûnê xistin hucreya yek kesî. Dayika Akman ê li Girtîgeha Marmaraiyê tê ragirtin Fînce Akman, diyar kir ku li dijî kurê wê pêkanînên keyfî hene û bertek nîşanî hem cezayê hucreyê hem jî tecrîda li girtîgehan da.    Akman, a yek ji beşdarvana çalakiya “Deng Bide Azadiyê” ku her hefte li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê lidarxistin, anî ziman ku heta ku azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk neyê, ew jî Û zarokên wan jî dê li ber xwe bidin. Dayik Akman, axaftina xwe wiha domand: “Çalakiya li girtîgehan bi çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir, piştî çalakiya derneketina hevdîtinê ya 3 mehan bi dawî bû. Di asta çalakiyeke nû de ne. Ew dê li zindanan û em jî dê li derve li ber xwe bidin. Dewleta tirk çiqas li ser birêz Ocalna tecrîdê pêkbîne em jî dê ewqas li ber xwe bidin.”   ‘ZAROKÊN ME BÊXWEDÎ NÎNIN’    Akman, anî ziman ku di 9’ê tîrmehê de hevalê kurê wê yê qawişê bi telefonê bi malbata xwe re axivî ye û bi vî awayî haya wan ji cezayê ku dane kurê wê çêbûye û got: “Ji xwe 3 meh in ez kurê xwe nabînim. Weke ku ew jî têra nake, xistine hucreya yek kesî. Ji bo ku bêhiqûqiya li girtîgehê li wan tê ferzkirin qebûl nakin û li ber xwe didin diavêjin hucreyê. Ji xwe bi awayekî neheq xistine hucreyê. Me zarokên xwe li kolanan nedîtine, bêxwedî nînin.”   ‘EYBA DEWLETÊ’     Akman, bi bîr xist ku girtî di 28’ê hezîranê de ji xwarinê jehrî bûn û da zanîn ku agahiya ku rewşa tenduristiyê ya kurê wê nebaş e wergirtine. Dayik Akman a qala rewşa girtiyên nexweş kir, ev tişt gotin: “Em dibînin ku ji girtîgehan darbest derdikevin. Ji hezaran zêde girtiyên nexweş hene. Nexweşên penceşêrê hene. Hûn li girtîgehê lê nanêrin bihêlin bila malbat li derve derman bikin. Girtiyên nexweş ên 70 80 salî hene. Ev ji bo dewletê ne şerm e? Ev dewleteke çawa ye?”   NEXWEŞIYA WÎ BI PÊŞ VE DIÇE    Dayik Akman anî ziman ku kurê wê ji qirika xwe aciz e û bi zorê bêhnê digire divê emeliyat bibe û wiha domand: “Beriya ku bê girtin da emeliyat bibe lê pêvajo bi derengî ket. Qirika wî diwerime û dema radikeve zehmetiyê dikişîne ku bêhnê bigire. Şertên girtîgehê ne baş in, ji ber vê yekê nexweşiya wî bi pêş ve diçe. Vazelîna wî heye, dema li qirika xwe dide hinekê rehet dibe. Lê rêveberiya girtîgehê ji bo ku rehet neraze vazelîna wî jî nadê.”   ‘BILA SEROKATIYA ME Û ZAROKÊN ME BIDIN’    Akman, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her roj dibêjin ‘me kurd xelas kirin, neman e’. Ê wê demê em kî ne? Em hêj hene. Hûnê kurdan çawa xelas bikin? Li ser dinyayê kurdek tenê jî bimîne, dest ji vê dozê bernade. Bila dewlet jî vê baş bizane û li gorî wê tevbigere. Hêj duh me dît ku we li kolanên Amedê îşkence li kurdan kirin. Ji mirovên li wir re dibêjin ‘terorîst’. Em ne terorîst in. Em diziyê dikin? Mirovan dikujin? Serokatiya me (Abdullah Ocalan) û zarokên me bidin me bes e. Ji xwe karê me bi we nîne. Ji zarokên wî gelî re 30-40 sal ceza tê birîn. Li dijî kurdan heq û hiqûqê nas nakin. Lê em ê heq û hiqûqê nîşanî wan bidin. Ji dewletê hêviyeke me nîne, bila tenê serokatiya me û zarokên me bidin me bes e. Em bang li gel û siyasetmedaran dikin; edalet ne tenê ji kurdan re ji herkesê re lazim e. Heke ji kurdan re edalet û aramî nebe, ji kesê re edalet û aramî nabe.”