Nivîskar û siyasetmedar Aykoç: Divê rêxistinên Kurdistanî li ber êrişan rabin 2024-07-13 09:07:02   STENBOL - Hevberdevkê DBP’ê yê Herêma Marmarayê û nivîskar Mevlut Aykoç diyar kir ku divê her kes li ber êrişên li ser başûrê Kurdistanê rabin û bang li rêxistinên Kurdistanê kir ku li dijî êrişan bi hev re tevger bikin.    Hevberdevkê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Herêma Marmarayê û nivîskar Mevlut Aykoç bertek nîşanî êrişên li ser deverên başûrê Kurdistanê da.    Mevlut Aykoç êrişan wek “êrişên dagirkeriyê” nirxand. Aykoç diyar kir ku bi salane planên Tirkiyeyê li ser Herêma Kurdistanê hene û got: “Tirkiye tevgera dagirkeriyê li ser herêmê pêk tîne. Tirkiye ji bo planên xwe bixe meriyetê bi piştevaniya hêzên heremî vê yekê dike. Nemaze ji malbata Barzanî piştevaniyê werdigire û hewl dide Başûr dagir bike. Heta niha gelek gund hatine valakirin, şewitandin û ji esmanî ve bombebaran tê kirin. Gelek mirov ji warê xwe dibin û tên kuştin. Navê vê tevgera dagirkirinê ye. Ji bo pêşî li vê dagirkeriyê bê girtin, pêwîste hemû rêxistinên Kurdistanî bibin yek û li dijî êrişan bi hev re tevger bikin.”    'NIJADPERESTIYÊ SOR DIKIN’    Aykoç anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP’ê her ku dikeve zorê li dijî başûrê Kurdistanê û Rojava êrişan pêk tîne û dixwazin bi “netewperestî û nijadperestiya tirk” girseya xwe qanih bikin û sor bikin.    'PEREYÊ ŞER JI BERÎKA XELKÊ TÊ DERXISTIN’    Aykoç destnîşan kir ku kodên avakirina Tirkiyeyê li ser dijminatî û îmhakirina kurdan hatiye avakirin û got: “Ji bo hebûna xwe biparêzin, dijatiya kurdan dikin û kurdan dikujin. Ji nîvî zêdetir aboriya Tirkiyeyê ji bo şer tê xerckirin. Çimkî bi tonan bombe tên barandin, çekan vediguhezînin, leşkerên bi pere li wir radigirin. Ev hemû ji budçeya Tirkiyeyê tên dabînkirin. Yanî ev pere ji berîka mirovên li Tirkiyeyê tê derxistin.”    Aykoç hem bal kişand êrişên li ser Herêma Kurdistanê û hem jî bal kişand êrişên li ser rojavayê Kurdistanê û got: “Erdogan dixwaze bi Esad re hevdîtinan bike. Ev jî tê maneya ku dixwazin şer li dijî kurdan dijwartir bikin. Hevdîtina Erdogan û Esad, wek gavek li dijî rojava û başûrê Kurdistanê were nirxandin.”   BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR    Aykoç destnîşan kir ku divê hêzên demokrasiyê û partiya sereke ya muxalefetê li dijî êrişan helwestek hevpar nîşan bide û banga têkoşîna hevpar a li dijî êrişan li hêzên demokrasiyê kir.