Di 14’ê Tîrmehê de li seranserî Almanya dê azadiya Ocalan bê xwestin 2024-07-13 09:11:44   AMED - Çalakî û xwepêşandanên ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek welatên dinyayê berdewam dikin. Di 14’ê Tîrmehê de wê li gelek bajarên Almanya bi girseyî tecrîd were protestokirin.   Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê di 14'ê Tîrmehê de li gelek navendên Ewropayê çalakiyên girseyî bên lidarxistin. Ji Ocalan ê ku 40 meh in li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin tu agahî nayê girtin. Kampanyaya cîhanî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka kurd re” ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li dijî tecrîda “mutlaq” a li ser Abdullah Ocalan ê ku mafê hevdîtina parêzer û malbata wî ji dest hatiye girtin, hatibû destpêkirin, di qonaxa duyemîn de didome. Di çarçoveya kampanyayê de li gelek bajarên Ewropayê çalakî û çalakî didomin, wê di salvegera Rojiya Mirinê ya Mezin a ku di 14'ê Tîrmeha 1982'an de li Girtîgeha Amedê li dijî îşkenceya giran hatibû destpêkirin, çalakiyên girseyî bên lidarxistin.    Berdevkê Çapemeniya Konfederasyona Civakên Kurdistanê (KON-MED) a Almanyayê Mazlûm Karagoz, têkildarî polîtîkaya tecrîdê û çalakiyên ku wê li Elmanyayê pêk bînin, diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan ji komploya navneteweyî ya 25 sal berê qut nîne.    ‘TECRÎD BANDORÊ LI TEVAHIYA CÎHANÊ DIKE’    Karagoz anî ziman ku tecrîda li ser desthilatdariya AKP-MHP'ê ne tenê li ser Abdullah Ocalan bandorê dike li ser tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê bandorê dike û got: "Dawamkirina polîtîkaya tecrîdê ji afirandina kaosê wêdetir derbas nabe. Pêvajoya diyalogê ya ku di hevdîtinên berê yên bi Abdullah Ocalan re pêş ket, di warê siyasî, leşkerî û aborî de geşedanên erênî pêk anî. Lê belê israra tifaqa AKP-MHP'ê ya di polîtîkayên şer de bû sedem ku gelek pirsgirêk kûr bibin."   DI 14’Ê TÎRMEHÊ DE ÇALAKIYÊN GIRSEYΠ   Karagoz da zanîn ku ew di salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê de ku bi pêşengiya Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Mehmet Hayrî Durmuş û Alî Çîçek hatibû destpêkirin dê li gelek welatan çalakî û xwepêşandan li dijî tecrîdê bên lidarxistin û li got: “Li dijî tecrîdê li gelek navendên cîhanê berxwedan heye. Gelê me li dijî tecrîdê bi hêrs e û peyama sereke jî azadiya birêz Abdullah Ocalan e. Ez carek din bang li her kesî dikim ku werin em li dijî tecrîdê dengê xwe derxin.”    Bernameya çalakiyên di 14'ê Tîrmehê de li Almanyayê bên lidarxistin wiha ye:   “*Dortmund: Saet 14.00, Straße 166.  * Koln: Saet 14.00, Zehnt 7. * Darmstadt: Saet 14.30, Staudingerstr 7. *Berlîn: Saet 15.00, Residenzstraße 54. *Heilbronn: Saet 13.00, Landturmstr 4. *Bremen: Saet 14.00, Friedrich-Ebert-Str 20. * Hildesheim: Saet 13.00, Steuerwalder Str. 64.”