'Sedema xerabûna aboriyê dizî ye' 2024-07-13 09:18:26 WAN - Waniyan anî ziman ku krîza aborî xizaniya 30 sal berê aniye serê wan û gotin: "Sedema xerabûna aboriyê jî diziya li welêt e."   Welatî û dikandarênku li hemberî krîza aboriyê zehmetiyê dikişînin, nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn dabîn bikin. Li Wanê her diçe kirîgerên bazarên li taxam kêm dibin û pê re hem welatî hem jî esnaf bi gilî gazin in. Welatî û dikandarên bazara li Taxa Seyît Fehîm Arvasî ya li navçeya Rêya Armûşê tê danîn, bi rojên zor û zehmet re rû bi rû ne.   Ji dikandarên bazarê Selîm Kaya diyar kir ku krîza aborî ya ku kûr dibe êdî nayê deyaxkirin û got: "Xelk nikarin danîstendinê bikin. Hêza kirînê ya wan tune ye. Em ji sibê heta êvarê li vir li bendê ne, lê tiştek bi dest nakeve. Sedem xerabûna aboriyê diziya li welêt e. Her tişt pir biha ye. Dema mirov bihayan dibîne direve. Niha pêwîst e desthilat biguhere. Ev tekane rêya rizgariyê ye."    'EM HER ROJ NIFIRAN DIKIN'   Ji welatiyan Yenîgun Akyildiz jî diyar kir ku ew bi 200 TL'yî hatiye bazarê lê tenê tiştek kiriye û wiha got: "Ji bo tiştekî bikirim ez ji malê derketim lê min nikarî tiştekî bikirim. Her tişt gelekî biha ye. Ez dayika 5 zarokan im û hevjîna min di înşaetê de dixebite, em nikarin debara xwe bikin. Ez nifiran dikim ku çima em li vî welatî dijîn."    Ji dikandaran Yakup Yokuş jî diyar kir ku dema mirov tên tiştekî bikirin hema bêje îsyan dikin, ji ber bihabûnê.   Fûat Aşkan jî destnîşan kir ku divê her kes dest ji gişlî gazinan berde û û ji bo ew karibin desthilatê biqewirînin tevbigerin.    Rifat Bayer jî ku 20 sal in bazaraniyê dike bilêv kir ku ji ber ku her tişt biha ye êdî çerxa wan nagere û malên wan di dest wan de dimînin û xera dibin.