Armancên Tirkiyeyê û astengî 2024-07-13 09:50:51   RIHA - Rojnamevan Zeynep Boran, armancên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe nirxandin û got: "Tirkiye ji aliyekî ve komên paramîlîter ên ku li eniya şer nikarîbû kontrol bike wê ji holê rake û li aliyê din jî wê komên çete yên li pêşiya lihevkirina bi rejîma Sûriyeyê re asteng in ji holê rake."   Dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe zêde kir. Her wiha di van rojên dawî de sewqiyatên leşkerî yên giran derbasî bejahiya Amêdiyê dike. Di demeke wiha de ku Tirkiye êrişên xwe yên li ser Herêma Kurdistana Federe zêde dike, hewl dide xwe nêzî hikûmeta jî Şamê bike. Serokkomarê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniyên xwe yên vê dawiyê de da xuyakirin ku ew dixwaze bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esad re hevdîtinê bike.   BÎLANÇOYA PROTESTOYAN   Rojnamevan Zeynep Boran a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geşedanan nirxand. Boranê diyar kir kudi navbera tevgera Tirkiyeyê ya li Herêma Kurdistana Federe û polîtîkaya wê ya Şamê de têkiliyek heye. Boran bal kişand ser xwepêşandanên ku piştî daxuyaniyên Erdogan li bajarên di bin kontrola Tirkiyeyê de dest pê kirin û got ku xwepêşandanên di 27-30'ê Hezîranê de dest pê kirin, bertekek li hemberî daxuyaniyên Erdogan ên li ser asayîkirina têkiliyên bi Esad re ye. Boran da zanîn ku endamên komên Ehrar El Şerqiye û malbatên wan ên li Efrîn û Ezazê gelek caran di çalakiyan de dirûşmeyên "lihevkirin na" û "Em bimirin jî em li hev nakin" berz kirine û got ku zarok jî di nav de 8 kesan jiyana xwe ji dest daye û zêdeyî 20 kes jî birîndar bûne. Her wiha Boran diyar kir ku zarok jî di nav de 24 kes hatine revandin û got ku kesên hatine revandin rastî îşkenceyê hatine.   BAZIRGANIYA 'ÇETEYAN'   Boran da zanîn ku sedema hewldanên Erdogan ên ji bo asayîkirina têkiliyên bi Esad re ew e ku piştgiriya ji bo fînansekirina komên paramîlîter e. Boran bal kişand ser wê yekê ku di nava komên Sultan Murad, El Hamzat û El Emşat ên girêdayî Tirkiyeyê de liv û tevgereke leşkerî heye û got: "Tirkiye ji bo Efrîn, Cerablûs, El-Bab, Ezaz, Mare, El Raî û Îdlibê ji serê mehê ve hêzeke teqwiye dişîne. Hikûmeta Erdogan dixwaze komên paramîlîter ên ereb û gelê ereb bike qurbana armancên xwe. Di van 3 salên dawî de di navbera komên Eniya El-Şamiye, Ehrar El-Şerqiye û Ceyş El de nakokî derketin. Lê belê planên tasfiyekirinê yên ku Tirkiye hewl da pêk bîne, her tim pê de teqiyan. Ev planên tasfiyekirinê ji zû de ye bi awayên cuda tên kirin. Tirkiyeya ku pêşengiya transferkirina çeteyan a navneteweyî dike, di destpêka Çileya 2024'an de komeke ji 250 heta 300 kesan a bi eslê xwe ereb û di bin kontrola Serokê koma Sûltan Mûrad Fehîm Îsa de, bi beramberiya hezar û 500 dolar meaşî de şandibû Nîjeryayê. Li vir zêdetirî 60 endamên komê di pevçûnan de miribûn û bi vê re li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de serîhildan çêbûbûn. Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî vê yekê di meha Çileyê de ragihandibû."   Boran anî ziman ku armanca Tirkiyeyê bi taybetî jî tasfiyekirina komên paramîlîter ên ereb e û got ku qonaxeke din a vê armancê ew e ku hin endamên van koman bişîne Herêma Kurdistana Federe. Boran bal kişand ser êrişên li ser Herêma Kurdistana Federe û got: "Di sala 2023'yan de qada van operasyonan berfirehtir bû. PDK'ê jî di van operasyonan de hevkarî kir. Bi taybetî Mesrûr Barzanî û gelek hêzên di bin kontrola wî de bi Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê re di van operasyonan de hevkarî kirin. Mesrûr Barzanî jî bi vê yekê re hevkarî bi hêzên AKP’ê re kir. Hemû lojîstîka rê û baregehên ku li herêmê ji aliyê şîrketên taşeron ên girêdayî Cengîz Holdîngê ve hatin çêkirin, hilgirt ser xwe."    Boran bal kişand ku Tirkiye dest bi barkirina komên paramîlîter ên ereb ên li herêmê kiriye û wiha got: "Tirkiye ji aliyekê ve wê komên paramîlîter ên ereb ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku nikare wan têxe bin kontrola xwe bide eniya pêş û wan tasfiye bike û ji aliyê din ve jî wê bi lihevkirina bi rejîma Sûriyeyê re astengiyên li pêşiya xwe rake. Komên em besh dikin têkiliya wan bi DIAŞ'ê re hene. Tirkiye ji meha Adarê ve komên girêdayî DAIŞ'ê qefle bi qefle dişîen Herêma Kurdistana Federe. Malpera înternetê ya Spee Medîa, sicîlên 416 kesên ber bi Metîna, Amêdiye û Dihokê ve hatine şandin parve kir. Tirkiye ji meha Adarê ve zêdetirî 2 hezar endamên komên paramîlîter bi piştgiriya PDK'ê derbasî van deran kir."    Boran siyaseta Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navînê wekî "qirkirina kurdan" nirxand û got ku armanca Tirkiyeyê tasfiyekirina Şoreşa Rojavayê ye û got ku ji ser mehê ve ber bi herêmê ve liv û tevgera leşkerî heye.    MA / Ceylan Şahînlî