Bi girseyî serdana şîna Numaş hat kirin 2024-07-13 14:38:45   WAN - Cenazeyê endamê HPG’ê Barzan Numaş ê li herêma Masîro di şer de jiyana xwe ji dest dabû piştî 38 rojan radestî malbatê hatibû kirin. Bi girseyî serdana şîna wî hat kirin. Girse piştî şînê çû ser mewlûda endamê HPG’ê Sercan Erkol.    Endamê HPG’ê Barzan Numaş (Fîraz Arjîn) bi hevalek xwe re 4’ê hezîranê li devera Masîro ya bi ser navçeya Elbaka Wanê ve di şerê bi artêşa tirk re jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê wî piştî 38 rojan duh radestî malbatê hat kirin û li Goristana Taxa Suphanê ya Wanê hat veşartin. Polîsan destûr neda ku girse beşdarî merasîma cenaze bibe. Tenê destûra ferdên malbatê hat dayîn û cenaze hat veşartin.    SERDANA ŞÎNÊ HAT KIRIN    Li taxê ji bo Numaş şîn hat dayîn. Bi pêşengiya MEBYA-DER’ê bi girseyî serdana şîna Numaş hat kirin. Girseyê bênavber dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. Rêz hat girtin û sirûda “Çerxa Şoreşê” hat xwendin. Paşê fatiha hat xwendin.    GIRSE BEŞDARÎ MEWLÛDÊ BÛ   Girse piştî serdana şîna Numaş, çû ser mewlûda ji bo endamê HPG’ê Sercan Erkol (Şoreş Zêwkî) hat dayîn. Erkol di 11’ê mijdara 2023’yan de di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû. Li ber mala malbata Erkol dirûşm hatin berzkirin. Bavê Erkol, Hesen Erkol bi xêrhatina mêvanên xwe kir.