Li Mêrsînê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn 2024-07-13 15:53:40   MÊRSÎN - Li Mêrsînê bîranîna berxwedêrên çalakiya rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.    Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê û Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan a Çûkûrovayê (TUAY-DER) ji bo berxwedêrên çalakiya rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Hayrî Dûrmûş û Alî Çîçek bernameya bîranînê li dar xistin. Bername li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Akdenîzê hat lidarxistin. Gelek kes beşdar bûn û dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin.    Ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hat girtin û sînevîzyona “Ruhê 14’ê Tîrmehê” hat nîşandan.      Ji şahidên 14’ê Tîrmehê Ahmet Şeremet diyar kir ku piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê ya sala 1980’yî di tevgera siyasî ya kurd de gelek geşedan qewimîn û got: “Ev têkoşîn û geşedan li dijî feodalîzmê û axayan bû. Li dijî xiyanetkar û hevkarên dewletê berxwedan hat kirin. Li gelek deverên Kurdistanê belav bû. Dîtin ku tevgera gelê kurd her ku diçe li pêş dikeve û mezin dibe, darbeyê pêk anîn. Çimkî xeleka dawî ya kapîtalîzmê Kurdistan e.”