Rêxistinên ciwanan 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bibîr anîn 2024-07-13 16:30:46   EDENE - 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê li Edeneyê hatin bibîranîn.    Rêxistinên Ciwanan ên Edeneyê ji bo 33 Rêwiyên Xeyalê 20’ê Tîrmeha 2015’an di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabûn, di salvegera 9’an de bernameya bîranînê li dar xistin.    Bername li avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Seyhanê pêk hat û gelek kes tev li bûn. Bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir û wêneyên 33 qurbaniyan hat daliqandin. Di bîranînê de belgefîlma “Çûyîn-Gîtmek” hat nîşandan û paşê jî gotûbêj hat kirin.    Ji birîndarên Komkujiya Pirsûsê Sabahattîn Pîşkînbaş da zanîn ku ji bo ew pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin derketibûn ser rê û wan gelek canên xwe li Pirsûsê ji dest dan.