Li Mêrdînê 2 cenaze anîn morgê 2024-07-13 18:50:55   MÊRDÎN - Hat hînkirin ku 2 cenaze ji bejahiya Kerboranê ya ku duh êvarî qedexeya derketina derve lê hat îlankirin, anîne morga nexweşxaneyê.    Duh êvarî li gundê Deywan ê navçeya Kerboran a Mêrdînê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Piştî qedexeyç 2 cenaze anîn morga nexweşxaneyê.    Li gor agahiyên bi dest ketin, du bombebaranê de 2 kesên tê gotin HPG'î ne jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyê her du kesan bi helîkopterê ji hatin wergirtin û sewqî morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mêrdînê hatin kirin.    Hat hînkirin ku cenazeyê kesên jiyana xwe ji dest dane hatine texrîbkirin.