ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-14 09:01:04   * Rojnamevan Şûxan Mîrza anî ziman ku Tirkiyeyê heta niha li Başûrê Kurdistanê 6 nokteyên kontrolê ava kirin e û armanc dike ku hejmara baregehên leşkerî derxîne 70 heban. Mîrza got amadekariya ji bo çêkirina baregehan berdewam dike.    *Li gund û çiyayên herêma Botanê her ku diçe talankirina xwezayê zêdetir dibe. Li herêmê dînamîtên ku tên teqandin xwezayê dixe nava talûkeyê û avê tune dike.    * Şaredariya Cizîrê ji bo pêşî li bûyerên xeniqandina di Çemê Dîcleyê de bigire tîmek avjeniyê wezîfedar kir û ev tîm her roj li derûdora çem nobedê digire.   * Ayşe Çîçek, xwişka berxwedêrê Rojiya Mirinê ya Mezin Alî Çîçek got: "Biçûk bû, lê kesekî dilmezin bû."    * Di rapora rêxistinên civaka sivîl de ku pêşkêşî CAT'ê kirin, hat destnîşankirin ku penaber li navendên koçberiyê bi darê zorê formên "vegera bi dilxwazî" bi penaberan tên îmzekirin û got ku mafê telefonê jî bi şertê "belavkirina xwarinê" tê dayîn.    * Parêzer Nagîhan Avçil, hevpîşeya endama OHD'ê parêzer Şûheda Ronahî Çîftçî ku hat berdan û li ser îtiraza dozger cardin hat girtin, banga têkoşîna hevpar li rêxistinên hiqûqê kir.    * Rojnamevan Sîpan Goran diyar kir ku li Îranê bandora Serokkomar kêm e û got: “Zehmet e ku mirov li benda guherîneke mayinde be. Bi taybetî kurd û belûc neçûn ser sindoqan û hilbijartinê boykot kirin."    * Yek ji şahidên rojiya mirinê ya mezin Ahmet Şeremet diyar kir ku hêj niha jî li girtîgehan heman sepan di meriyetê de ne û wiha got: “Em tenê bi ruhê 14’ê Tîrmehê dikarin bijîn û pêş bikevin.”    * Jinên ku vegeriyayîn mezraya Gomê ya Farqînê ku di salên 90’î de hatibû şewitandin û ji xwe re atolyeya tekstîlê ava kirin, anîn ziman ku azadiya aboriyê girîng e.   * Parastvanên mafên ajalan ji bo paşvekişandina pêşnûmeqanûna ku qetilkirina ajalan bi xwe re tîne dê li Qada Şêx Seîd daxuyaniyê bidin. (14.00)   * Xizmên girtiyan dê li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar bixin. (14.00)   * Rêxistinên ciwanan dê bi dirûşma “Em di zincîra edaletê de tên gel hev” li Îskele ya Kadikoya Stenbolê daxuyaniyê bidin. (19.00)