Rojnamevan Mîrza: Dewleta tirk bi çêkirina diwaran sînorên xwe diyar dike 2024-07-14 09:04:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Şûxan Mîrza anî ziman ku Tirkiyeyê heta niha li Başûrê Kurdistanê 6 nokteyên kontrolê ava kirin e û armanc dike ku hejmara baregehên leşkerî derxîne 70 heban. Mîrza got amadekariya ji bo çêkirina baregehan berdewam dike.    Êrişên Tirkiyeyê ku di 17'ê Nîsana 2022'yan de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên li Başûrê Kurdistanê hatibûn destpêkirin, berdewam dikin. Di mehek dawî de êriş dijwartir bûne û bi hezaran leşker sewqî herêmê tên kirin. Tirkiye hewl dide ku gelek nokte ango baregehên leşkerî çêke û deverên stratejîk dagir bike. Êrişên ku bi hevkariya PDK'ê û erêkirina hikûmeta Iraqê pêk tên roj bi roj zêdetir dibin.    Herî dawî li çoltarê navçeya Amediyê ya bi ser Dihokê ve hat dîtin ku nokteyên kontrolkirinê hatine avakirin û xelkê herêmê di vê kontrolê de derbas dibe. Li gel avakirina nokteyên kontrolê li ser gelek giran jî baregehên leşkerî hatine avakirin. Li gorî hin zanyariyan dewleta tirk ji 16 hezîranê vir ve 283 caran gundên li herêmê bombardiman kiriye û li herêmê 20 hezar donim erd jî bi darê zorê hatiye desteserkirin.    Metirsiya valakirina 602 gundan jî heye. Rojnamevan Şûxan Mîrza ku li herêmê rojnamevaniyê dike der barê geşedanên herî dawî yê ku li herêmê diqewimin de ji ajansa me Mezopotamya (MA) re axivî û behsa geşedanan kir.    'ARMANCA WAN AVAKIRINA 70 BAREGEHAN E'    Rojnamevan Şûxan Mîrza diyar kir ku li ser herêmê li gel zêdebûna êrişan heta niha gelek baregehên leşkerî hatine avakirin û wiha got: “Niha Tirkiye li  Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî li deverên herêma Behdînanê operasyonên xwe dane destpêkirin. Ev êrişên dewleta tirk ne yê yekemîn e ku li ser xaka Başûrê Kurdistanê pêk tê. Beriya vê jî her tim li ser deverên Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê êrişên xwe pêk aniye. Di van êrişên ku Tirkiyeyê li ser herêmê dane destpêkirin xwezaya herêmê jî bi awayeke neyinî bandor dibe û zirareke mezin dibîne. Ev operasyona nû ya ku hatiye destpêkirin niha di qonaxeke nû de ye. Li gorî zanyariyên ku di destê me de ne niha dewleta Tirkiyeyê bi armanca berfirehkirina qadên dagirkerinê êrişên xwe zêdetir dike. Li gorî agahiyên CPT'yê biryareke dewleta tirk a ku ji 6 bingehan pêk tê ya leşkerî li nav xaka Herêma Kurdistanê ava bike daye. Ev baregehên leşkerî ku berê hebûn rêjeya wan 63-64 bûn lê niha armanc dike ku derxe 70 heban. Armanca dewleta tirk a zêdekirina vê rêjeyê eşkere ye. Armanca dewleta tirk dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Armanca wan ew e ku ji Behdînan heta Dihokê bikin tirk."   ‘BI ÇÊKIRINA DÎWARAN RE SÎNORÊN XWE XÊX DIKIN’     Mîrza da zanîn ku leşkerên tirk çîmentoyê dikişînin herêmê û diwaran çêdikin û bi diwarên ku tên çêkirin jî sînorên xwe eşkere dikin û ev agahî dan: “Ev der di bin ewlehiya pêşmergeyên Zerevanî de bûn. Ji roja destpêkirina operasyonê heta niha rayedarên Tirkiyeyê bi xwe jî di daxuyaniyên ku didin de dibêjin, ‘me ev der dagir kirine’. Tenê li Başûrê Kurdistanê nêzikî 260 gund hatine valakirin û di van gundan de leşker û cerdevanên dewleta tirk hatine bicihkirin. Li gundên ku tên valakirin jî bax û baxçeyên şeniyên herêmê dişewitînin. Dewleta Tirkiyeyê tenê bi êrişan re sînordar namîne bi her awayî xaka Kurdistanê tune dike. Dewleta tirk ji zû ve propaganda dikir ku xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Ji ber ku xewn û xeyalên wan jî her tim dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Xeyalên nûkirina sînorên Misak-î Millî ye. Niha bi vê dagirkeriyê û van êrişan dixwazin ku sedsalên din hikûmdariya xwe ya li ser gelê kurd û gelên bindest bidomînin. Metirsiya dewleta tirk a bi temamî dagirkirina xaka Kurdistanê li ser her welatiyekî heye. Dijminatiyeke pir kûr li ser kurdan dide meşandin. Siyaseta Tirkiyeyê bi xwe li ser qirkirina gelê kurd ava ye. Siyaseta wê li ser bêstatû hiştina kurdan e. Hatina vê carê û operasyona vê carê di bin çavdariya hikûmeta Iraqê de çêbû û ji ber wê jî metirsiyên ku heyî zêdetir dibin. Bi tang, top û leşkerên xwe çîmentoyê dikişînin deveran û amadekariya çêkirina diwaran dikin. Diwaran çêdikin û dîsa dixwazin ku li vê derê sînorên xwe diyar bikin. Armanc ew e ku careke din xeyalê xwe yên sedsalê yê Mîsak-î Millî pêk bînin. Ev dewleta ku bi dijitiya têkoşîna gelên bindest hatiye avakirin dixwaze ku vê polîtikaya xwe ya qirkirinê bidomîne."    'BI GIŞTÎ 6 NOKTEYÊN KONTROLÊ HATINE AVAKIRIN'   Şûxan Mîrza bi lêv kir ku niha jî hewldayîna valakina Başûrê Kurdistanê heye û wiha domand: “Heta niha 6 nokteyên lêgerînê li herêmê hatine avakirin. Li deverên Behdînanê ku dixwaze xwe bi cih bike armanc dike ku çiyayên herêmê têxe bin kontrola xwe. Li Behdînanê baregehên xwe danîne. Dikare bi ser wê xetê armancên xwe yên dagirkirinê yê li ser Başûrê Kurdistanê hêsantir bike. Çimkî dagirkirina Behdînan bi dest xistina tevahiya Başûrê Kurdistanê ye. Bi desteserkirina vê herêmê pêşiya metirsiyeke mezin li ser Rojavayê Kurdistanê, Musul û Şengalê jî dike. Dewleta tirk bi xwe her tim eşkere dibêje ku wan ev herêm dagir kirin e. Heta niha dewleta tirk 6 nuqteyên lêgerînê yê nû li nav xaka Herêma Kurdistanê ava kirine û ji bo hin zêdetir van nokteyên leşkerî çêke amadekarî tên kirin. Niha bi 15 kîlometreyan ketiye nav xaka Kurdistanê. Ev derên ku hatine dagirkirin jî xaka Behdînan û Amediyê ye. Beriya niha 7 kîlometre xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiribûn. Ev jî bi tifaqiya ku di navbera Tirkiyeyê û hikûmeta Baas'ê re pêk hatibû çêbibû. Lê niha bi 15 kîlometre ketiye nav xaka Başûrê Kurdistanê û baregehên xwe li van deveran ava kirin e. Her roj bi tang û topên xwe derdora Dihokê bombardiman dikin. Armanc jî ew e ku xelkê Dihokê ji navçeyê derbixîne û xwe li wir bi cih bike. Hatina dewleta tirk a li vê derê ne şevek yan jî rojeke dewleta tirk a dagirker dixwaze baregeha xwe li deverekî deyne û ji van deveran jî venegere. "   'LI EFRÎNÊ ÇI KIRINE DIXWAZI LI VIR JÎ WÊ BIKIN'    Mîrza anî ziman ku nêrazîbûnên ku tên nîşandan têra pêşî lê girtina bicihbûna Tirkiyeyê ya di nava axa başûr de nake û wiha pêde çû: “Pêwîstî bi bêtirîn deng derixstinê heyeç Heta niha hikûmeta Bexda jî li ser xaka Kurdistanê gelek dever ji dagirkeriyê re vekirîne. Ev bêdengiya hikûmeta Iraqê û ya hikûmeta Başûrê Kurdistanê careke din hevkariya wan a bi Tirkiyeyê re erê dike. Di navbera wan de hin peyman hatine îmzekirin. Ji ber wê heta niha ji aliyê herdû hikûmetan ve ti helwestek nehatiye nîşandan. Di nava gel de jî hin nerazîbûn hene. Lê belê heta niha van nêrazîbûnan têrê nekiriye ku pêşiya vê dagirkeriyê bigirin.    Niha jî ew gundên ku hatine dagirkirin talan dikin. Çawa ku Efrîn talan kirin darên zeytûnan û çavkaniya debarê ya bajêr hemû talankirin û di bazarên Tirkiyeyê de firotin niha jî heman tiştî li Başûrê Kurdistanê dikin. Her tim bi gotina, ‘ji bo ku em PKK'ê xelas bikin hatine Başûrê Kurdistanê'. Lê belê kirinên wan bi xwe jî wan direwîn derdixe. Heke ji bo ku hêzêke tune bikin li vir bin wê demê gelo çima mal û milkên gel, gundên herêmê talan dikin? Çima heta niha tenê li deverên Berwarî û Bala vala kirin e? Bi şev û roj van gundan bombardiman dikin. Ev ji bo ku enfaleke din li ser kurdan pêk bînin hatine vê derê. Dewleta tirk ji bo desteserkirina statûya Başûrê Kurdistanê hatiye vê derê. Her tim hewledayinên wan ê ji bo lawazkirina statûya Kurdistanê çêbûne û ev lawazkirin jî ji rûyê PDK'ê çêbûye."   ‘20 HEZAR DONIM ERD HATIYE DESTESERKIRIN'    Mîrza ragihand ku li ser xwezaya herêmê jî metirsiyeke mezin heye û got ku heta niha 20 hezar donim erd dagir kiriye û got: “Ji bo ku Tirkiye derbas bibe PDK'ê hemû rê vekirine. Iraq bi xwe jî niha di nav şerekî de ye û di nav wan de nakokî hene. Daxwaza dewleta tirk jî ew e ku di navbera herdû hikûmetan de nakokiyan derbixîne û pêşiya lawazbûnekî veke. Di qada navneteweyî de jî li dijî vê dagirkeriyê helwest nayê nîşandan. Armanc ew e ku dewleta tirk sedsalên din di nav xaka Kurdistanê ya Başûr de xwe mayinde bike. Ji 16 hezîranê heta niha 238 caran gundên Behdînan hatine bombebarankirin. Dewleta tirk heta niha 20 hezar donim erd xistiye bin kontrola xwe û dest daniye ser. Her wiha 155 daristanên hemwelatiyan hatine desteserkirin û bombebaran kirin e. Niha metirsiya valakirina 602 gundan heye. Ev metirsiyeke mezin li ser xelkê vê derê çêdike. Ev dagirkerî li ber çavê pêşmergeyê çêdibe. Dewleta tirk dixwaze ku demeke zûtir Başûr dagir bike.”